Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Girtiyên Girtîgeha Şakranê ji xwarinê jehrînî bûn

Hat zanîn ku girtiyên li Kampûsa Girtîgeha Şakranê dimînin ji ber xwarina kevn bûye jehrînî bûne

Hat ragihandin li Kampûsa Girtîgeha Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di 7’ê îlonê de hemû girtî ji ber xwarina kevn hatiye dayîn jehrînî bûne. Girtî Serkan Şahîn ê li Girtîgeha Jimara 4’an a Tîpa T a Şakranê dimîne li bavê xwe Huseyîn Şahîn geriyayeye û behsa jehrîbûnê kiriye. Serkan Şahîn ji bavê xwe re wiha gotiye: “Roja şemiyê xwarina dîroka wan derbas bûye dane me. Ji ber me nizanibû me xwar. Piştî saetekê hemû girtî mîdeya wan li hev ket û vereşiyan. Me hemûyan rakirin revîrê. Serûm li me xistin û mudaxele kirin. Hêj hin girtî vedireşin û mehdê wan li hev dikeve. Ji ber nexweşîna me dewam dike hêj em nikarin xwarinê bixwin.”

Bavê Şahîn, Huseyîn Şahîn da zanîn ku ew ji ber rewşê dilnerehetin û bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bikin.

Rêveberiya Girtîgeha Şakranê derbarê mijarê de agahî nedan. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar