PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HDP’ê çû serdana saziyên elewiyan: Dora guherandina îktîdarê hatiye

Şandeyeke HDP’ê îro li Enqereyê bi serokên giştî yên ABF, PSKAD û Weqfa Çandê ya Haci Beştaş Velî ya Anadoluyê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de serokên giştî yên saziyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re destnîşan kirin. Di serdanê de Mîthat Sancar jî da zanîn wan îktîdar paşde xistine û dora guherandina îktîdarê hatiye

Wekîlê Serokê Meclisê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya xebatên ‘Pakêta darazê’, ‘Tifaqa demokrasiyê’ û ‘Destûra bingehîn a demokratîk’ de Federasyona Bektaşî ya Elewî (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKAD) û Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadoluyê ziyaret kirin.

Şandeya HDP’ê di serî de çû serdana ABF û Komeleya Pîr Sultan Abdal. Şandeya HDP’ê ji hêla serokên giştî yên van saziyan ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de serokê giştî yê ABF’ê Huseyîn Guzelgun anî ziman ku dê li dijî zîhniyeta ku vîna gel nas nake bi hev re têbikoşin û wiha domand: “Em piştgiriyê didin HDP’ê. Em têkoşîna hevpar a muxalefetê serkeftî dibînin û divê ev yek bê xurtkirin. Xebateke ji bo amadekirina destûreke bingehîn ku her kes xwe tê de bibîne, girîng e. Divê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xebat bên kirin.”

‘Pirsgirêka kurdan çi be ya elewiyan jî ew e’

Serokê giştî yê PSKAD’ê Ganî Kaplan jî bi lêv kir ku dewleta tirk di pêvajoyên zehmet re derbas dibe û da zanîn ku ew li dijî biryara tayînkirina qeyûman in. Kaplan diyar kir ku ew amade ne ku alîkariyê bidin amadekirina destûra bingehîn a demokratîk. Kaplan got ku pirsgirêka kurdan çi be, ya elewiyan jî ew e.

‘Tifaqa demokrasiyê dê îktîdarê bihejîne’

Wekîlê Serokê Meclisê yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di hevdîtinê de ev tişt anî ziman: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê, em di nava lêgerînan de ne. Bi rejîma nû re Tirkiye di nava zextên nû de ye. Rejîma yekperest a yekzilamî rejîma 12’ê îlonê jî derbas kiriye. Êdî rewabûneke wan a civakî nemaye. Ji bo guherandina vê rewşê pêdivî bi avakirina tevgereke bi hev re heye. Rêya vê jî di tifaqa demokrasiyê re derbas dibe. Me di hilbijartinên 31’ê adar û di 23’yê hezîranê de nîşan da ku ev tifaq pêkane. Ger ku hemû aliyên Tirkiyeyê deriyên xwe ji vê tifaqê re vekin, wê demê dê ev îktîdara zextdar biheje.”

‘Dora guherandina îktîdarê hatiye’

Sancar destnîşan kir ku hewceye ku muxalefeta civakî û hêzên demokrasiyê armanceke nû danin pêşiya xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev armanc jî guherandina îktîdarê ye. Tayînkirina qeyûman em neçarî vê hewcehiyê kirin. Îktîdar ji bo ku pêşî li van xebatên destûra bingehîn bigire her tiştî dike. Lê dê nekarin ewqas bi dirêjî li ber xwe bidin. Îktîdareke ku vîna gel nas neke, mimkûn nîne li ser pêyan bimîne. Me îktîdar paşde biriye û lawaz kiriye. Niha jî dora guherandina wê ye. Em ê bi hev re xebata îktîdarê birêxistin bikin.”

Rapora demokrasiyê dan HDP’iyan

Şandeya HDP’ê piştre jî derbasî Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadoluyê bû û bi rêveberên wê re hevdîtin kir. Şande ji hêla serokê wekfê Ercan Geçmez ve hate pêşwazîkirin. Geçmez di hevdîtinê de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi aştiya civakî heye. Geçmez bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da. Piştî axaftinê jî Geçmez raporeke der barê destûra bingehîn û demokrasiyê pêşkeşî HDP’iyan kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar