Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şandeya HDP û KCD’ê li Silêmaniyê hevdîtin kirin

Şandeya HDP û KCD’ê li Hewlêrê serdanên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de şande îro li Silêmaniyê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt. Piştre jî şandeyê gora Mam Celal ziyaret kir

Heyeta ku ji hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kutulan, parlamenter Feleknas Ûca û Îmam Taşçier jî di nav de, îro derbasî Silêmaniyê bû. Şandeyê li Silêmaniyê bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kir. Hevdîtin saet di 12.00’an de li mala Salih pêk hat.

Di çarçoveya bernameyê de şandeyê firavîn jî li mala Salih xwar. Piştî hevdîtinê jî şandeya HDP û KCD’ê çû ser gora serokê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî. Şandeyê destegulek danî ser gora Mam Celal. Şande ji hêla malbata Talabanî û Hêro Îbrahîm Ehmed ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de Sezaî Temellî axivî û destnîşan kir ku Mam Celal yek ji kesayetên pêşeng ên têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd bû. Temellî got ku armanca wan ew e ku têkoşîna Mam Celal a ji bo gelê kurd û herêmê bi rêzdarî bibîr bînin. Piştî axaftinê Temellî li ser lênûsa bîranînê ya ji bo Mam Celal peyameke kurt nivîsî.

Bi Tevgera Azadî re civiyan

Piştî serdana gora Mam Celal, şandeya HDP’ê û KCD’ê derbasî navenda Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê bûn. Civîna şandeyê ya li gel Tevgera Azadî ji çapemeniyê re girtî didome. Tê diyarkirin ku dê şande 2 rojan li Silêmaniyê bimîne. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar