Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî dagirkeriyê daxwaza yekitiyê kirin

 Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kir kirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser kurdan plan hene û gotin ku yekane riya têkoşîna li hemberî van planan yekîtiya nava kurdan e

Dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta tirk rojane gund û navçeyên başûrê Kurdistanê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef. Ne tenê li Başûr, li çar parçeyên kurdistanê êrîş li ser kurdan hene. Welatiyên başûrê Kurdistanê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û sedemên parçebûna di nava kurdan de Rojnewsê re axivîn. Welatiyan li hemberî bêdengiya li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî desthilatdariya herêmê rexne kirin. Welatiyan bang li her kesê kirin daku li dijî dagirkeriya dewleta tirk yek helwestê nîşan bidin.

Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) yê Hemrînê Mela Hesen derbarê lîstikên ku li ser kurdan tên lîstin axivî û wiha got: “Di dîrokê de parçebûna kurdan bûye sedem ku weke pêwîst qebareya serxwebûna xwe nebe. Her dema ku kurd yekrêz bûne, berhema keda şehîdan çandine û karîne bibin xwedî destkeft. Dewletên herêmê li her çar parçeyan li ser planên xwe yên ji holê rakirinê û bindestkirina gelê kurd  berdewam dikin. ”

Mela Hesen bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dikin û wiha domand: “Li rojavayê Kurdistanê bi navê avakirina ‘Herêma Aram’ û li rojhilatê Kurdistanê bi heman awayî zilm û zordarî tê kirin. Li başûrê Kurdistanê dagirkerî û wêrankarî heye. Li bakurê Kurdistanê nûnerên rasteqîn ên kurd ji kar dûr dixin û qeyûman li şûna wan bi cih dikin. Ev hemû planên navneteweyî ne. Mixabin, li hemberî derketinva van planan kurd xemsar in. Li har çar parçeyên Kurdistanê yekane rêya azadiyê yekîtiya neteweyî û hewldanên ji bo nêzîkbûna xeta neteweyî ye ku heta niha jî me nekariye hêzên xwe yên ewlehiyê li hemberî van planan bikin yek.”

Nivîskar û wergêrvan Mihemed Heme Salih diyar kir ku rewşa ku niha li başûrê Kurdistanê heye, dûrkeftina ji mijarên nîştimanî û neteweyî ye û wiha got: “Encama bazirganan şikestin aniye. Ji ber ku bazirganî wiha dike ku divê girêdayî komek fermanan be. Erka her kesî ye ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd hewil bidin. Nabe rawestîn û temaşe bikin. Divê em hemû ji kar bikin. Xelkê ji metirsiya parçebûna heye hiştyar bikin. Ji ber ku em ne yek bin dê çavê me li xelkê be.”

Seroka Rêxistina Nêrgiz a Xanimên Kurd Niyaz Caf jî wiha got: “Kurd yek ji neteweyên ku heta niha qebareya yekgirtî ya serbixwe nîne. Yekîtî ji me re radigihîne ku divê qebareyek serbixwe û zimanekî me yê standar hebe.”

Li dijî dagirkeriyê daxwaza yekitiyê kirin

Welatiyên bajarokê Rizgarî a ser bi navçeya Kelar a herêma Germiyan jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk axivîn. Welatiyê bi navê Hîwa Haşim got ku ya cihê xemginiyê, bêdengiya Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê, Parlamentoya Herêmê û serokê herêmê ya hemberî dagirkeriyê ye. Haşim da zanîn ku ji ber bêdengiyê dewleta tirk dagirkeriya xwe dewam dike û wiha got: “Ji bo çi gel bêdenge, divê rabin ser piyan. Divê gel dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistanê qebûl neke. Bi rêya xwepêşandanên mezin zextê li hikumetê bikin daku di demek zû de dagirkerî were rawestandin.”

Welatiyê bi navê Karzan Mecîd jî li ser heman mijarê got ku Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê bêdenge lê beşek mezin yên hizbên siyasî jî bêdengî hilbijartine. Mecîd da zanîn ku hizbên siyasî tu helwestek nîşan nadin, ev jî we dike ku dagirkerî dewam bike.

Mecîd destnîşan kir ku ya heyî tenê bi daxuyaniyan tê kirin, ev jî tu bandorê li ser rêgirtina dagirkeriyê nake û wiha got: “Pêwîste hizbên siyasî bi nûnerên xwe yên li parlamentoyê zextê li hikumetê bikin. Bila bêdengiya desthilatdariyê bişkînin û dijî dagirkeriya tirk xwedî bersiv bin. Divê ji bo ku carek din Tirkiye nekaribe xaka Kurdistanê dagir bike, rêgirbin.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar