Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Erdogan aşê nakokiyan e

Erdoganê ku di civîna ji bo 29 şaredarên bajarên mezin de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji ber hin karkerên ku ji kar hatibûn derxistin rexne kir. Lê belê bi 10 hezaran kerkerên ku wî ferman daye û bi destên qeyûmên wî ji kar hatine avêtin ji bîr kiri bû!

Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna bi şaredarên bajarên mezin re dîsa nakokiyek din li nakokiyên siyaseta xwe zêde kir û ji ber ku şaredariya Stenbolê hin kes ji kar dûrxistine rexne û gazincên xwe kirin. Erdogan behsa gunehê wê yekê kir û wekî ne ew bû di sala 2016’an de bi qeyûman û bi KHK yan dest danî ser şaredariyên HDP û bi hezaran xebatkarên şaredariyan ji kar avêtin. Lê niha dema ku hinek din heman çend kesan ji kar bavêjin li gorî Erdogan ew gunehekî mezin e.

Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di civîna bi şaredarên 29 bajarên mezin de rexne li şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Imamoglu kir û derbarê hin karkerên ku ji şaredariyê ji kar hatine dûrxistin de wiha got: ‘Gunehê ew kesên ku we ji kar avêtine di stûyê we de ye û li ser vê yekê ne siyaset ne jî xizmet tê kirin’.  Lê belê dema Erdogan ev gotin kir xuyeye ku kiryarên xwe ji bîr kiriye yan jî tişên ku dibêje ji bo wî rewa ye lê ji bo hinekî din sûc û guneh e. Lewre Erdogan piştî darbeya 15 tîrmehê bi qanûnên di bin banê rewşa awarte û KHK yan derxist, zêdeyî 100 hezar mirov ji kar hatin avêtin.  Her wiha di sala 2016 an bi riya qeyûman derdora 100 şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin û talankirin û bi hezaran kes ji kar hatin derxistin.

Her wiha Erdogan di axaftina xwe de wiha jî got: ‘Êdî pêşbirka bi rêya sendoqên hilbijartinan bidawî bû. Her kes teslîmî vê îrade û vîna ku ji semdoqan derket bû. Lewre di encamê de ev rengiya xweş derkete holê ‘.  Lê dema Erdogan di civînê de ev gotin dikir li şûna şaredarên bajarên mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê ên ku bi hilbijartinan hatin ser kar, qeyûmên ku ji aliyê wî ve vîna gel û şaredarî xest kirin li salonê rûdiniştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar