Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan têkoşîn

Aktîvîsta TJA’yê  Gulcan Kaçmaz derbarê kampanyaya bi dirûşma ‘Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser pêyan’ hat destpêkirin de axivî û diyar kir ku li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan li hemû qadan têkoşînê mezin bikin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêya’ ji bo 6 mehan kampanyayek dabû destpêkirin. Milê duyemîn yê vê kampanyayê bi dirûşma ‘Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser pêyan’ dest pê kir.

Têkildarî kampanyayê aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz axivî. Kaçmaz diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman dê kampanyaya wan bi ser du milan ve bê birêvebirin û wiha got: “Li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan, em ê têkoşîna xwe li hemû qadan mezintir bikin.”

Kaçmaz bi bîr xist ku wan di 30’ê tîrmehê de bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ dest bi xebatên xwe kirine û ev tişt anî ziman: “Ev kampanya, kampanyayeke ku serdemeke tijî di nav xwe de dihebîne. Wekî tê zanîn di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî 3 şaredariyên me yên mezin hatin kirin. Her çend wekî ku ev qewimîn di xebatên me de kurtbûnek çêkiribe jî ya rast yek ji qada me ya têkoşînê jî ev bû. Çimkî ya hat kirin êrîşeke li ser vîna gel bû. Jixwe tayînkirina qeyûman li dijî pergala hevserokatiyê ye. Yanî nehesibandina vînê, nehesibandina temsîliyeta wekhev e. A rast ji ber pêvajoya kampanyaya me leqayî demeke wisa hatiye, pir girîng e.”

Pergal çavsor bûye

Di axaftina xwe de Kaçmaz da zanîn ku bi sedan sal e ev xak ji hêstirên çavan û xwînê xalî nebûye û got ku herî zêde pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye û wiha domand: “Aştî, ji bo me ji jiyanê wêdetir e. Pir girîng e. Çimkî her roj ev pergala çavsorî bûye, polîtîkayên cuda dixe dewrê. Gel careke din vîna xwe nîşan da, lê belê pergal dîsa qeyûm tayîn kir û peyamek da me. Pergalê got ‘Ger encamên hilbijartinê li gor dilê min bin, ser çava, ez ê qebûl bikim. Lê ne li gor dilê min bin, ez ê bi awayekî qanûn, hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê deynim hêlekê û ez ê hiqûq û pêkanînên antîdemokratîk ên li gor dilê xwe pêk bînim.’ Nexasim em jin û gelê kurd em dibêjin pêdiviya vê xakê êdî bi aştiyê heye. Ji bo pêşeroja zarokên vê xakê û jinên vê xakê divê aştî çê bibe.”

Dê kampanya bi ser bikeve

Her wiha Kaçmaz destnîşan kir ku xebatên TJA’yê yên ji bo 6 mehan ji du hêlan ve tên birêvebirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî em ê xebatên xwe ji du milan ve bi rê ve bibin. Hem wê xebatên me li dijî xepkirina vîna gel û binpêkirina pergala hevserokatiyê bin. Di meha îlonê de, em ê xebatên xwe bi dirûşma ‘Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser pêyan’ bi rê ve bibin. Wê di nav xebatên me de xebatên têkildarî cinayetên jina, taciz, tecawiz û îstismarkirina zarokan û qetilkirina xwezayê û pirsgirêka penaberan jî hene û em ê ji bo vê têbikoşin. Vê mehê ji bo civînên gel, ji bo atolyeyên jineolojiyê, ji bo jinên penaber, ji bo penaberên li otogaran dimînin, ji bo em balê bikişînin ser qetilkirina xwazayê em ê biçin Sûlava Kanîspiyê ya li Şaxê. Her wiha em ê li dijî tayînkirina qeyûman li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bawer dikin ku wê ev kampanyaya me bi ser bikeve.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar