Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Perşembe - 14 Kasım 2024

‘Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê hewceyî bi yekitiyê heye’

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah di Komxebata Eşîrên Kurd de bang li hemû eşîr û partiyên kurd kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava yekitiya xwe ava bikin û helwesteke hevpar nîşan bidin

Di saetên sibehê de îro li Dêrikê Komxebata Eşîrên Kurdî hate lidarxistin. Komxebat hê jî didome. Di komxebatê de endama  Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah axivî û banga parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û li dijî gefên dewleta tirk jî daxwaza nîşandana helwesteke hevpar kir.

Asya Abdullah di axaftina xwe bal kişand ser lehengiya gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Abdullah da zanîn ku di serî de dewleta tirk, hê jî gefên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana lehengî ya li Efrînê jî vê yekê diyar dike.”

Bang li eşîrên kurd kir

Di berdewamê de jî Abdullah bang li eşîrên kurd kir û anî ziman ku li dijî gefên li ser herêmê, hewceyî bi yekitiya kurdan heye. Abdullah wiha domand: “Divê hemû eşîr, qebîle û partiyên siyasî yên kurd, li dijî gefên li ser herêma ma, li dijî êrîşên ji bo tunekirina destkeftiyên gelê me û ji bo rizgarkirina Efrînê yekitiya xwe ava bikin. Lewra divê mijara rizgarkirina Efrînê yekemîn encamên vê komxebatê be. Li dijî pêkanînên li ser gelê me divê helwesteke micid bê nîşandan da ku ev gef bi dawî bibin.”

‘Divê em destkeftiyên xwe biparêzin’

Herî dawî jî Asya Abdullah wiha derbirî: “Destkefiyên ku li rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, encamên fedekariyên mezin ên ku gelê me ne. Lewra divê em van destkeftiyên xwe biparêzin. Ji bo ku tecrûbeya li Rojava bibe rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê divê ev yekitî bidome.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar