Malbata gerilayê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ê di 6’ê tebaxê de şehîd bû, di 7’ê tebaxê de cenaze teşhîs kirin û cenaze xwestin. Lê 35 roj derbas bûn hêj nikarin cenazeyê xwe werbigirin. Pismam Yilmaz Orde destnîşan kir ku dozger gotiye ‘Hûn heyvê bikin du perçe jî em cenaze nadin’ û heqaret li wan kiriye
Gerîlayê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ê ji Gundê Miquriyan a ji navçeya Hênê ya Amedê ye, di 2013’an de tevli PKK’ê bû û di 6’ê tebaxê de li Gevera Colemêrgê di şer de şehîd bû. Malbata Orde piştî agahî girtin, di 7’ê tebaxê de çû Geverê û Colemergê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kirin. Malbatê di 7’ê tebaxê de piştî ji bo testa DNA mînaka xwînê dan, serî li komeleyên MEBYA-DER û ÎHD’ê ya Colemêrgê dan û xwestin cenazeyê xwe werbigirin.
35 roj in li benda cenaze ne
Pismamê Mîkdat Orde, Yilmaz Orde diyar kir ku ji bo teşhîs kirina cenaze çûn morga Nexweşxaneya Colemergê û wiha got: “Em çûn Colemergê me li morgê cenaze teşhîs kir. Ji bo em cenaze wegirin me serlêdan kir. Ji malbatê em 3-4 kes çûn û me cenaze teşhîs kir. Me got ‘Me teşhîs kiriye hûn çima nadin?’ Gotin ‘Herin Stenbolê ji bo testa DNA’yê xwînê bidin. Em çûn Stenbolê û ji bo testa DNA me xwîn da. 35 roj in cenazeyê me nadin.”
‘Em çûn Stenbolê me encam negirt’
Pismam Yilmaz Orde, bibîr xist ku li ser daxwaza rayedarên Saziya Tipa Edlî ya Colemêrgê di 4’ê îlonê de çûn Stenbolê û serî li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dan lê muxatab nedîtin û dîsa vegeriyan. Orde, daxuyand ku zilm û eziyetê li wan dikin û wiha got: “Em şandin Stenbolê gotin heta testa DNA’yê dernekeve em nadin. Em di 4’ê îlonê de çûn encama testa DNA fêr bibin. Lê me encam bi dest nexist. Gotin kengî encam derkeve wê li wan bigerin. Me dixapînin. Dema em çûn Colemêrgê û vegeriyan, polîsan em şopandin û xwestin me çavtirsandî bikin. Ji xwe şehîd ketiye, armanca wan ewe ku malbatê jî perîşan bikin. Em bêzar nabin. Em li ser piyanin. Li pey şehîdê xwe ne. Di rêya wan de ne. Şehîdên Kurdistanê tev şehîdên me ne.”
‘Dozger got ‘hûn heyvê bikin du perçe jî em cenaze nadin’
Orde xwest ku cenazeyê xwe bigrin û defin bikin û wiha bi dawî kir: “Em çûn cem dozger. Dozger got, ‘hûn niha heyvê bikin du perçe jî dîsa em cenazeyî nadin.’ Ev zilm e. Devlet zilmê li me dike. Faşîsta AKP û MHP zilmê li me dikin. Em bi îrade ne. Şopa me diyar e.” AMED