Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Xakurkê çalakî li Dêrsimê jî şer

Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakurkê li dar xistin de leşkerek hatiye kuştin. Di şerê navbera leşkerên tirk ên li Dêrsimê derketibûn operasyonê  gerîlayan de 3 gerîla şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakurkê de leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê aşkera kir ku li Dêrsimê jî 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin çalakî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de; di 10’ê îlonê de hêzên me saet di 09:50’an  de li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Botan bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi başî li dijmin hate xistin de leşkerek hate kuştin. Di 11’ê îlonê saet di 09.00’ê de hêzên me li dijî leşkerên artêşa tirk ên li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi dijwarî li kozik û çeperên dijmin hate xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan navendên xwe.”

Şerê li Dêrsimê

Daxuyaniya HPG’ê bi van agahiyan didome: “Di 26’ê tebaxê de artêşaTC’ê li devera Margeyik a girêdayî navenda Dêrsimê dest bi operasyonekê kiribû. Di 27’ê tebaxê saet derdorî 03.00’an de di navbera yekîneyên me û dijmin de şer rûdabû. Di şer û bomberdûmana li vir pêkhatî de hevrêyek me şehîd bû. Ev operasyon bi yekîneyên veşartî yên li herêmê hatine bicihkirin didomin. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin. Artêşa tirk a dagirker di 27’ê tebaxê de li qada gundê Leskan ê Pilûra Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa tirk a dagirker di 28’ê tebaxê de di destê sibehê de leşker aniye qadê. Li vê derê di navbera artêşa tirk a dagirker û hêzên me şerekî giran çêbûye. Şer heta nîvro domiyaye û di van şeran de gelek leşker mirine û birîndar bûne. Rêhevalên me Bawer û Zinar heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne. Êvarî operasyonê xwe ji qadê vekişandiye.” HPG’ê nasnameya gerîlayên xwe yên şehîd wiha aşkera kir: “Denîz Karakûş (Bawer Dersim), cihê jidayikbûnê: Dêrsim, navê dê û bav: Mûnevver – Alîşan, cih û dîroka şehîdbûnê: Dêrsim 28’ê tebaxa 2019. Hayretîn Akdogan (Zinar Sumbul), cihê jidayikbûnê: Colemêrg, navê dê û bav: Emîne – Selahattîn, cih û dîroka şehîdbûnê: Dêrsim 28’ê tebaxa 2019.”

Li ser şehadeta gerîlayên xwe HPG’ê ev tişt anî ziman: “Hevrê Zinar li Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Hevrê Zinar bûye şahidê êrîşên dagirker ên li ser axa xwe û li hemberî van êrîşan di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Zinar tu carî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedaye û bi asta îdeolojîk û felsefîk her dem bandor li hevrêyên xwe kiriye. Hevrê Zinar heta dawiyê girêdayî Rêber Apo bûye û di nav têkoşînê de serkeftinên mezin bi dest xistiye.  Herî dawîn jî li qada Dêrsimê li hemberî operasyonên dagirker ên dewletê bi qehremanî şer kiriye. Hevrê Bawer jî di sala 1990’an de li Dersimê ji dayik bûye.  Polîtîkayên şerê qirêj ên dijmin di temenekî biçûk de dîtiye û tu carî dijminatiya hêzên dagirker qebûl nekiriye. Hevrê Bawer di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi exlaqê ji Dersimê wergirtiye û bi felsefeya Rêber Apo ya azadiyê xwe wekî şervanekî azadiyê gihandiye. Rêheval Bawer ji roja ku tevlî nav refan bûye li Çiyayên Dersimê têkoşiyaye û bûye şervanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê. Hevrê Bawer li hemberî dijmin bi qehremanî li ber xwe daye û bûye nûnerê biryardariyê. Malbatên Hevrêyên me yên şehîd Zinar û Bawer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya wan a têkoşînê bigihînin serfiraziyê.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî ev agahî par ve kir: “Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. Detayên êrîşan wiha ne; Di 10’ê îlonê saet derdorî 15.00’an de balafirên şer li gel devera Gundê Şêx ê girêdayî Garê derdora gundê Yekmalê ya girêdayî Herêma Metînayê bombe kirin. Di 11’ê îlonê saet 18.30’ê de jî balafirên şer bombe li devera Gundê Gileha ya Herêma Zapê û Girê Bahar barandin. Di van bomberdûmanan de tu windahiyên hêzên me nîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar