Konseya Mafê Mirovan a NY’yê bang li dewleta tirk kir ku rêzê nîşanî mafên mirovan bide. Konseyê îşkenceya li Xelfetiyê li welatiyan hatiye kirin jî xist rojeva xwe û diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence her ku diçe zêdetir dibe
Rûniştina 42’yemîn a Mafê Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cenevre ya Swîsreyê berdewam dike. Di rûniştina îro de, dewletan û saziyên civaka sivîl dewleta tirk rexne kirin. Nûnerê dewleta Sûriyeyê jî polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî Sûriyeyê rexne kir û got; ‘Tirkiye destûr dide terorîstan ku bikevin Sûriyeyê û Tirkiye bixwe piştgiriyê dide van komên terorîst.”
Di rûniştinê de nûnerê Îzlandayê jî êrîşên dewleta tirk ên li ser hêzên muxalîf û çapemeniyê rexne kir û bang li dewleta tirk ku rêzê nîşanî mafên mirovan bide. Tevgera Dijberî Nijadperistî û Piştevaniya Dinavbera Gelan (MRAP) jî, 28 kesên di 18’ê gulana 2019’an de li Xelfetî ya Rihayê hatibûn binçavkirin û 12 rojan hatibûn îşkencekirin xist rojeva konseyê. Li ser navê MRAP’ê Mehmet Îlkhan axivî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi taybet jî medya û beşên polîtîk ên muxalîf rastî zextan tên.
‘Li Xelfetiyê îşkence li gel hate kirin’
Îlkhan di berdewamê de jî bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên herî zêde ji vê polîtîkaya zextê bibandor dibin jî HDP û welatiyên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê ne. Di 18’ê gulanê de li Xelfetî ya Rihayê îşkence li welatiyan hate kirin. Mîna vê îşkenceyê, li Tirkiyeyê îşkence her ku diçe zêdetir dibe. Qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Hevşaredar ji peywirê hatin girtin. Kesên bertek nîşanî vê yekê dan hatin binçavkirin û girtin. Di heman demê de rastî tundiyê, derp û îşkencê hatin.” CENEVRE