PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Efrînê 9 sivîlên din jî hatin revandin

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk li gundê Dêrbelût ê Cindirês a Efrînê bi ser gund de girt û 9 sivîl revandin. Çarenûsa şêniyên ku çeteyan ber bi cihekî nediyar ve birine, nayê zanîn

Zilm û zordariya hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser şêniyên resen ên Efrînê bênavber berdewamin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker li Efrînê rojane welatiyan direvînin, îşkence dikin û dikujin.

Di çarçoveya van binpêkirinan de koma çete ya Feyleq El Şam ku baskê Îxwanan ên girêdayî dewleta tirk in, di serê vê sibehê de li gundê Dêrbelût ê navçeya Cindirês a Efrînê bi ser malan de girt. Hat zanîn ku di encdama serdegirtina malan de 9 sivîl hatin revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, navên kesên hatine revandin wiha ne: “Mihemed Menan Silêman ,Mihemed Mihemed Silêman, Luqman Mihemed Abdo, Ehmed Wehîd Şiko, Îsmaîl Şêx, Bekir Mihemed Belker, Cîhad Mihemed Xelîl, Şêxmûs Reşîd Tahir û Mehmûd Mihemed Izat Fatûme.”

Çavkaniyan destnîşan kir ku kesên hatine revandin, ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û çarenûsa wan nediyar e. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar