Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo duşemê biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar birayê wî Emîn Konar, ji malbata Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim û ji malbata Veysî Aktaş xwişka wî Melihe Çetîn û keça wî Eylem Çetîn bi rêya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. STENBOL