Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şerma mirovahiyê: Ji ber dorpêçê li Mexmûrê rewşa gelek nexweşan giran dibe

Dorpêç û ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam e. Hat zanîn ku ji ber dorpêçê rewşa gelek nexweşan giran bûye û êdî dermanên pêwîst nayên peydakirin. Li dijî vê ambargoyê jî Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê di roja 13’emîn de jî li ber xwe didin

Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê piştî kuştina berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kir. Di çarçoveya dorpêçê de jî PDK’ê nehişt ku tiştek bikeve wargehê û jê derkeve.

Li hemberî vê ambargo û dorpêçê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî xwestin ku biçin Hewlêrê û bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinan bikin da ku dorpêça li ser wargehê bê rakirin. Lê dayik li noqteyeke hêzên asayîşê yên PDK’ê hatin sekinandin. Li ser vê yekê jî dayikan li ber noqteya hêzên asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 13’emîn de berdewam dike.

Di çalakiyê de bi israrin

Dayikên Aştiyê tevî şert û mercên giran jî dev ji çalakiya xwe bernadin û dibêjin ku heta ku dorpêça li ser wargehê bi dawî dibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Tevî çalakiya dayikan jî heta niha Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedane dayikan.

Nahêlin nexweş derbas bibin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojane gelek nexweşên giran ên ji Mexmûrê dixwazin ku derbasî bajarên din ên başûrê Kurdistanê bibin lê asayîşa PDK’ê destûrê nade welatiyan. Ji ber vê yekê jî rewşa gelek nexweşan girane.

Têkildarî mijarê duh jî Saziya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine û dermanên pêwîst nayên peydakirin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar