Li rojhilatê başûr ê Spanyayê şape rabû û 3 kes mirin.
Hate gotin kesên sêyan Înê li herêma xweser a Endulisê li Almerîayê di wesayitekê de asê maye û miriye. Li gorî rayedaran bi baran çend deqeyan gelek av ketiye tûnelê û polîsan 2 kesên ku di wesayitê de asê mane xilas kirine.
Pêrşemê jî du kes li herêma xwser Kastîlaya-La Manchayê li gundekî di wesayitê de ketibûn ber avê û miribûn.MADRÎD