Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahîr Elçî reş dike?

Baroya Amedê, têkildarî kuştina Tahîr Elçî diyar kir ku tespîta Saziya Tipa Edlî bûye mijara niqaşê û wiha got: “Em dixwazin Serdozgeriya Komarê ya Amedê delîlên Saziya Tipa Edlî ji nûve yek bi yek tespît bike û lêkolîn bike.”

Baroya Amedê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di hefteya 193’yan de dîsa li pêş Edliyeya Amedê kom bûn û kursiya “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî” ava kirin. Di kursiyê de pankarta “Em te ji bir nakin” vekirin û Elçî bibîr anîn. Di kursiyê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberiyên baroyê û Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û gelek parêzer amade bûn. Di kursiyê de vê hefteyê mijar lêpirsîna der barê dosya kuştina Tahîr Elçî de bû. Dîsa gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Baroye de axivîn. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, dubare xwest lêpirsîna der barê Elçî de bi awayekî çalak û lezgîn bê dîtin û ronî bibe.

Endamê Komîsyona Lêpirsîna Tahîr Elçî Parêzer Mahsunî Karaman jî diyar kir di daneyên ji Daîreya Îhtîsasa Biyolojiyê de genotipê mêran li ser hatiye dîtin. Karaman da zanîn ku Saziya Tipa Edlî ev yek pêşkêşî serokê sîwanê kirine lê li ser daxwaza serokê sîwanê ev dane ji dosyayê derxistine û dîsa îadeyî Serdozgerê Komarê yê Amedê kirine. Karaman diyar kir ku te gotin tespîtkirin materyalê mijara îdîayê aydî fetotîpa li ser çeka ku Ugur Yakişir ê dema ber bi polîsan ve direve, avêtiye polîsan, hatiye dîtin.

Karaman da zanîn ku çeka aydî Ugur Yakişir ne delîla ku cînayeta Tahîr Elçî ronî bike ye û wiha got: “Ugur Yakişir beriya bigêje Mînaraya Çar Ling çeka ji destê xwe avêt polîsan. Ji ber vê yekê bi wê çekê cînayet nehatiye kirin.”

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî bal kişand ser gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a li dijî Baroya Amedê û wiha got: “Ev êrîş li dijî camiaya hemû hiqûqê û baroyan e.  Em li cem Baroya Amedê ne. Em şopdarê doza Tahîr Elçî ne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar