Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji Nobeda Demokrasiyê bang: Baweriya we çi dibe bila bibe li dijî qeyûman bibin yek

Di roja 26’emîn a çalakiya Nobeda Demokrasiyê yên li Amed, Mêrdîn û Wanê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel e. Di çalakiyan de bang li gelê kurd û hemû derdoran hate kirin ku bîrdozî û baweriya wan çi dibe bila bibe, divê her kes li dijî qeyûman bibe yek

Çalakiyên Nobeda Demokrasiyê ku bi armanca şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman a Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ya ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de di roja 26’emîn de jî bi tevlêbûna gelek parlamenter, hevşaredar, endamên meclisên şaredariyê û welatiyan li Amed, Wan û Mêrdînê çalakî hatin lidarxistin.

Li Amedê îro jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, endamên TJA’yê, serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî, serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) yê Semsûrê Mûstafa Korkmaz, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, gelek welatî û endamên meclisa şaredariyê yên Şirnexê çalakî hate lidarxistin. Beriya çalakiyê, polîsan hemû rêyên derdikevin cihê çalakiyê ya Kolana Lîseyê girtin û wesayîtên zirxî lê bicihkirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Dest nede vîna min’ hate vekirin û dirûşmên ‘Li dijî qeyûm serî rake’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’, ‘Li dijî qeyûm mil bidin milê hev’ û ‘Bi berxwedanê heta serkeftinê’ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de ji ewil hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen axivî û da zanîn ku têkoşîna wan a li Amed, Mêrdîn û Wanê ya li dijî qeyûman didome. Alokmen diyar kir ku ji roja damezirandina HDP’ê ve partiya wan her tim li cem têkoşîna demokrasiyê cih girtiye û di vê oxirê de bedel jî dane.

Bang li gelê kurd kir

Piştre jî serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî axivî. Aştî axaftina xwe bi diayan dest pê kir û piştre wiha bang li gelê kurd kir: “Bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên me tên cezakirin. Lê li holê sûcek nîne. Em jî dizanin ku sûcekî wan nîne. Tekane sûce wan, kurdbûna wan e. Ey gelê kurd êdî bizanin ku ev qeyûme rûmeta we binpê dike. Bîrdozî û baweriya we çi dibe bila bibe, divê hûn qeyûman qebûl nekin. Ez bang li alema misilmanan dikim; pêxember ji bo jiyaneke birûmet hatin şandin. Gelo li dijî binpêkirina rûmeta gelê kurd hûn dê heta kengî wiha bêdeng bin? Ger ku dewleteke kurdan hebûya dê nêzikatiya we ya li dijî kurdan wiha nebûya. Ey gelê kurd, bîrdozî û baweriya we çi dibe bila bibe bibin yek. Ger ku em dinavbera xwe yek nebin dê dinya jîme qebûl neke.”

‘Em ê teqez bi ser kevin’

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işık axivî û wiha got: “Amed dilê me ye. Kengî Amed dengê xwe derdixîne, Mêrdîn û Wan jî dengê xwe bilind dike û hêzên demokrasiyê dengê xwe derdixînin. Em ê mafên xwe heta dawiyê biparêzin. Weke Yilmaz Guney gotî; ‘Bila dost û dijmin herkes bizane ku em ê bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.’”

‘Bi termekî hiqûqê ev rewş nayê vegotin’

Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan endamên meclisa şaredariyê daxuyanî dan. Wekîla seroka komê Gulseren Akkûm wiha got: “Tu agahdarname ji me re nehatin şandin. Meclis nehate feshkirin. Bi fikra ku em aktîf in me biryar li ser da ku biçin şaredariyê lê nehiştin ku em biçin. Kartên me xwestin lê karê nivîsê kartên me nedan me. Herî dawî ji me 2 kes hatin hilbijartin û em çûn şaredariyê. Bi midûrê karê nivîsan re em axivîn. Got ku dê kartên me nedin û me daye sekinandin. Em ê gilî bikin. Bi termekî hiqûqî ev rewş nikare were vegotin.”

Çalakiya li Mêrdînê

Li Mêrdînê jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê di roja 26’emîn de jî berdewam kir. Polîsên ku avahiya HDP’ê dorpêç kirin nehiştin ku parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Omer Ocalan, Îmam Taşçier û endamên Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bibin. Li ser vê yekê jî şandeya hatiye astengkirin li ber avahiya partiyê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de pankarta ‘Îradeya gel nayê xespkirin’ hate vekirin. Welatiyên ku destûr nedan tev li çalakiyê bibin jî bi tililî û dirûşman piştgirî dan çalakiyê.

Têkoşîna xwe dê bidomînin

Di çalakiya îro de Komeleya Nivîskaran a Mêrdînê û Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî amade bûn. Meclisa Ciwanan a HDP’ê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku dê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha parlamenter Îmam Taşçier jî anî ziman ku pirsgirêka tayînkirina qeyûman, pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye. Taşçier da zanîn ku dê heta dawiyê li dijî vê neheqiyê têbikoşin. Çalakî bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşma ‘Em ê serî hildin û bi ser bikevin’ bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê li Wanê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar, endamên Dayikên Aştiyê û gelek kesan li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de çalakvanan pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, rêveberiya gel’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got ku berxwedana wan a li dijî bêhiqûqiyê didome.

‘Em bi lîstikên we dikarin’

Orhan diyar kir ku qeyûm tê wateya dizî, xesp û nelirêtiyê û wiha bi dawî kir: “Du roj berê serokomar bi 26 serokên şaredariyê û bi 3 qeyûman re civiya û got; ‘Bi nanê tu kesî nelîzin.’ Raste lîstina bi nan û pêşeroja mirovan gunehe. Lê bawerim serokomar paşeroja xwe ji bîr kiriye. Bi KHK’yan 150 hezar karker ji kar hatin derxistin. Malbat û zarokên wan bê pêşeroj hiştin. Bi sedhezaran kedkar hê jî nizanin bê ka bi çi hatine sûcdarkirin. Bi dehan jê dema ku ji vê rejîma faşîst direviyan, di behran de xeniqîn. Zarokên xwe winda kirin. Bi hezaran li benda binçavkirinê ne. Belê raste em jî dibêjin; tu kesî ji nan û pêşeroja wan nekin. Em îro êdî bi lîstik û hîleyên we dikarin. Me lîstikên we di 7’ê hezîranê de, di 1’ê mijdarê de, di 24’ê hezîranê de, di 31’ê adarê de û herî dawî jî di 23’yê hezîranê de vala derxistin. Hêrsa we ji vê ye. Lê ev wiha nadome. Sedam û Esad jî zilm kirin lê niha yek bi yek ew dîktatorî hildiweşin.”

Piştî daxuyaniyê jî çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar