Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Mêrdînê artêşa tirk tar û mar bûye

Gerîlayên HPG/YJA Star li Mêrdînê derbên pir xurt li artêşa tirk xist. Di çalakiyên hate kirin de Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûva jî di nav de 8 POH, 5 leşker û 2 kontra hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh li ser çalakiyên li Mehsert a Mêrdînê parve kir. HPG’ê  di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî ev agahî da. HPG’ê aşkera kir ku çalakiyên gerîlayan de Midûrê Şaxa Polîsên Tevfera Tabet (POH)’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûva jî di nav de 8 POH, 5 leşker û 2 kontra hatin kuştin. HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên xwe agahiyên berfireh parve kir.

HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya li Mêrdînê ev agahî parve kir:“Di roja 23’ê têbaxê de artêşa TC’ê ya dagirker bi pêşengiya kontrayan li bejahiya navçeya Stewrê ya Mêrdînê operasyonek da desptêkirin. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar çêbibûn û gelek leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Di şerê li vê herêmê de 5 hevrêyên me bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re were parvekirin.”

5 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke li herêma Mehsert a Mêrdinê bi desteke yekîneyên veşartî kemînan datînin. Hêzên me di navbera herêma Meshertê û Xirbê Mirişka de yekîneya dijmin a kemîn datînan xistin bin kontrola xwe û roja 4’ê îlonê saet di 01.30’an de li dijî vê yekîneyê bi taktîka sabotajê çalakî lidar xist. Hêzên me bi taktîka sabotajê yekîneya dijmin kir hedef û ji nêz ve li yekîneya dijmin da. Di encama çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya çalakî lidar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Midûrê POH’ê hate kuştin

HPG’ê li ser kuştina midurê POH’ê Tûfan Kansûva jî di nav de 8 POH û 2 kontrayan jî ev agahî parve kir: “Di roja 7’ê îlonê de artêşa TC’ê ya dagirker operasyona li herêma Mehsertê ya Mêrdinê bi beşdarbûna gelek leşker, kontra û Polîsên Tevgera Taybet (POH) berfireh kir. Hêzên me yekîneyeke dijmin a ji 60 kesan pêk dihat ku li herêmê hatibûn danîn xistin bin kontrola xwe û ji nêz ve derbên xurt li wan dan. Di navbera hêzên me û yekîneya dijmin de nêzî 2 saetan şer dom kir û di şer de Midurê Şaxê POH’ê yê Mêrdinê Tûfan Kansûva jî nav de bi giştî 8 endamên POH’ê û herî kêm 2 kontra hatine kuştin. Di çalakiyê de gelek birîndarên dijmin jî çêbûn, piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky û wesayîtên sivîl kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Heta roja 8’ê îlonê danê nîvro di navbera hêzen me û dagirkeran de dem bi dem şer derket û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin. Di tevayî operasyonê de 3 hevrêyên me ku li dijî dijmin bi rûhê berxwedana fedayî şer kirin û windahiyek mezin dan dijmin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”

Artêşa tirk li Mehsertê tar û mar bûye

Daxuyaniya HPG’ê wiha didome: “Li devera Mehsertê hêzê dagirker ên operasyona dabû destpêkirin, rastî berxwedana hêzên me hatin û windahiyên mezin bi dijmin daye. Di çalakiyên ku bi rêbaz û çalakiyên cihê hatin kirin de, artêşa tirk li Mehsertê tar û mar bûye.  Bi tamamî tevgera pîskolojîk û şovên dewleta TC a faşîst vala derxistiye. Bi derbên ku gerîla li dijîmin dane, hemû rastiya şer derxistiye holê û hemû derewên dagirkeran raxistiye ber çavan. Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûvar ku li devera Mehsertê hatiye kuştin, di nava êrîşên qetlîam ên li Kurdistanê hatiye kirin de cihê xwe girtiye. Ev kesê ku destê wî di xwîna ciwan, jin û zarokên ku di berxwedana Nisêbîn de hatibûn qetilkirin de heye, ji aliyê hêzên me ve hatiye kuştin û tola kesên hatine qetilkirin hatiye standin.”

Li dijî wesayîta zirxî çalakiya sabotajê

HPG’ê têkildarî çalakiya li Şemzînanê ya li dijî wesayîta zirxî jî ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 12’ê îlonê saet de 09.00’ê de li dijî wesayîteke dagirkeran a dema li ser rêya di navbera Tepê Xwedê û Boxaza Grana ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê re derbas dibû de çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de wesayît bi tamamî hatiye rûxandin û leşkerên li nav jî hatine kuştin, 2 leşkerên li derdor jî bi giranî birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê bi çekên giran ketober gule li derdor barandin, heta saetên şevê enqazê wesayîtê ranekarîbûn. Yekîneya me ya çalakî kir bi silametî gihiştin navendên xwe.”

Operasyon û bombekirin

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de operasyên leşkerî û bombekirinên dewleta tirk wiha ragihand: “Di 11’ê îlonê artêşa TC’ê li devera Kinyaniş a navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiribû. Ev operasyon li devera Şehîd Rêber û Girê Şehîd Piling bi kemînan dewam dike. Di 12’ê îlonê de saet derdorî 12.00’yan de jî balafirên şer ên tirk geliyê Şehîd Ehmed Repo ya girêdayî Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de tu ziyan negihiştiye hêzên me.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar