Sibê salvegera şehadeta berxwedêrê Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Akîf Yilmaz e. 17’ê Îlonê jî salvegera şehadeta Alî Çîçek e û dê di salvegera şehadetê de bên bi bîranîn. Di 7 û 12’ê îlonê de Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş bi boneya salvegera şehadê hatibûn bi bîranîn.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê 37 sal li pişt xwe hişt. Her çiqas demeke dirêj bi ser vê berxwedanê re derbas bûbe jî ev berxwedan di bîra civaka Kurdistanê û di dîroka Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê de cih digire. Ev berxwedan her tim dê zindî be û ji bîr nabe.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê û di kîjan şert û mercên de pêk hatiye, divê encamên baş ji vê berxwedanê bên derxistin. Nemaze jî li hemberî êrîşên mêtingeriyê û komkujiyan divê Berxwedana 14’ê Tîrmehê çi îfade dike baş were fêmkirin û serkeftina wê berxwedanê bêtir were bibîrxistin.
Îro ji her demê bêtir pêwîstî heye ku ala berxwedanê were bilindkirin û berpirsyariya vê dikeve ser milê herkesî. Êrîşên komkujiyê yên fîzîkî û çandî her roj mezintir dikin û li hemberî van êrîşan divê herkes berpirsyariya xwe bîne cih. Ji ber vê yekê lazime ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê bêtir ders û encam bên derxistin.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê di pêvajoya darbeya faşîst û dîktatoriyê ya 12’ê îlonê de pêk hat. Her tişt girêdayî axaftina 5 fermandaran bû û hemû kesî li gotina wan dinêrî. Hemû gotin û axaftinên wan wekî ferman dihatin qebûlkirin û bi cih dianîn. Civak bêzar kiribûn. Derbên giran li hêzên demokrasiyê û şoreşgeran xistibûn. Li gorî qeydên polîsan bi milyonan kes hatibûn deqkirin, îşkence li sedhezaran kesî kiribûn û bi hezaran kes hatibûn girtin. Her wiha zindan veguherîbûn navendên wehşetê. Berxwedana 14’ê Tîrmehê di pêvajoyeke wiha de pêk hat.
Li hemberî êrîşkan û îşkencekaran di destê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de ji bilî baweriya bi gel, şoreş û rêhevalan tiştek nemabû. Di hucreyan de tena serê xwe bûn. Lê li ber xwe dan û teslîm nebûn. Li hemberî îşkenceyên hovane serî netewandin. Canê xwe danîn holê û bi ser ketin.
Generalên darbekar li bendê nebûn şoreşger evqasî li ber xwe bidin û li hemberî serkeftina wan serî tewandin. Hêzên ku niha li Tirkiyeyê serdest in û îktîdar in şopdarên darbeya faşîst û dîktator ya 12’ê îlonê ne. Şopdarên baş ên Kenan Evren in û di rêya wî de dimeşin. Ew jî dibêjin; ‘Ma em darve nekin, em xwedî bikin’. Seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandine zindanê. Welatiyekî ku derbasî qeydên polîsan nebûbe nemaye. Bi rêya telefon û înternetê hemû kesî dişopînin, kûçe, kolan û malan di kontrola xwe de digirin. Qad û kolan bi polîs û sîxûran hatine dagirkirin.
Faşîzma ku niha li ser civakê tê ferzkirin ji faşîzma 12’ê Îlonê cûdatir nîne, heta mirov dikare bibêje ku faşîzma dîktatoriya AKP-MHP’ê gelekî ji 12’ê Îlonê derbastir kiriye. Lê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê, şoreşger û hêzên demokrasiyê qad ji faşîzma AKP-MHP’ê re nehiştine. Mewziyên ku bi berxwedan û têkoşînê hatine bi destxistin terk nakin. Di bin parastina gerîlayên azadiyê ku li çiyayên Kurdistan û Tirkiyeyê mewzî bi destxistine de ne.
Dema Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi pêş ket evqas deskeftî tunebûn. Bi bawerî, zanîn û bedena xwe ya tazî ve li ber xwe dan. Lê paşve gav neavêtin, heta serkeftinê li ber xwe dan û çong venedan. Niha jî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di zilmê de pêşengên xwe derbastir kirine û dixwazin bi çong vedanê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê, şoreşger, demokrat û hêzên azadîxwaz teslîm bigirin.
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li dijî bêderfetiyan li ber xwe dan û nehiştin faşîzma 12’ê îlonê bigihêje armanca xwe. Niha derfetên gelek mezin di destê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê, şoreşger, hêzên demokratîk û azadîxwaz de hene. Ji ber vê yekê li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê çawa serkeftina hatibe bi destxistin ji bo li hemberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê serkeftin were bi destxistin tu astengî tune.
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gotibûn; ‘Berxwedan jiyan e’. Ev dirûşm îro jî derbasdar e. Gerîlayên azadiyê her roj derb li hêzên dijmin dixin. Civak, şoreşger û hêzên demokrasî û azadiyê li hemberî polîs, cendirme, hêzên taybet, dozger, dadgeh, walî û qaymeqamên faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin. Ji 19’ê tebaxê vir ve li hemberî dagirkirina şaredariyên Kurdistanê bi awayekî biryar li ber xwe didin û şaredariyên xwe diparêzin. Îşkence û girtin her roj zêdetir dibin. Serî li lîstikên şerê qirêj-taybet didin. Hewl didin hedefê xwe yên rasteqîn veşêrin û bala têkoşîna berxwedanê bikişînin hinek aliyên din û ji bo vê yekê jî taktîkên şerê psîkolojîk xistine dewreyê.
Di propagandayên xwe de dibêjin dê şaredariyên din ên Kurdistanê jî dagir bikin û HDP’ê bidin girtin. Dixwazin bi vî avahî bala berxwedêran bikêşin aliyên din û hewl didin berxwedêr paşve gav biavêjin. Li gorî hinek şîrove û nirxandinên di çapemeniyê de cih digirin hinek derdor di bin bandora van lîstikan de mane lê piraniya civakî, şoreşger, hêzên demokrasî û azadiyê bi van lîstikan naxapin û bi biryarî berxwedana xwe didomînin.
Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo tiştên ku difikirin pêk bînin di nav dewletê de hemû astengî ji holê rakirine. Her çiqas dem bi dem dengên cûda bilind bibin jî van dengan bêbandor dihêlin. Dadgeh, dozger û dadger fermanên wan bi cih tînin. Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de derdixin. Peywirên mezin dane walî û qaymeqam û ew jî fermanên ku tên dayîn bi cih tînin. Wisa hesab dikin ku kengê dilê wan bixwaze dikarin HDP’ê bidin girtin, şaredariyên din dagir bikin, tu astengiyan nas nakin û dikarin hemû kesî biavêjin zindanê û qetil bikin. Lê beriya ku planên xwe pêk bînin serî li rêbazên şerê psîkolojîk didin û hewl didin bi vî rengî encamê bi dest bixin.
Bêguman ev planên wan baş tên fêmkirin. Li hemberî planên wan tişta were kirin ew e ku bi awayekî biryar xeta berxwedanê were xurtkirin û bênavber têkoşîn were dayîn. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di şert û mercên giran de ev yek pêk anîn û bi ser ketin. Îro jî li hemberî serkeftinê tu astengî nîne.