Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyê ji doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe

Di doza Nisêbînê de, ji girtiyan Ramazan Eroglû hindik maye bi temamî hiş berde, lê belê dîsa nayê berdan. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê Eroglû meh û nîvekê bi derengî hatiye kirin û tê gotin berdana wî girêdayî rapora ku dê bê dayîn e

Li Nisêbîna Mêrdînê, di dema qedexeya derketina derve de di 26’ê gulana 2016’an de gelek kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Ji van kesan yek jê jî Ramazan Eroglû ye. Eroglû, hindik maye hiş berda. Di 4’ê îlonê de piştî rewşa Eroglû xirab dibe ji GirtîgehaTîpa E ya Trbzanê sewqî Nexweşxaneya Nexweşên Damargiriyê ya Bakirkoy a Stenbolê tê kirin.

Eroglû, li nexweşxaneyê di qawîşa girtiyan de tê ragirtin û ligel pirsgirêkên derûnî têgotin êdî hin tişan ji bîr dike. Eroglû, heftê carekê tenê ji malbata xwe di kare kesekî bibîn e. Hat ragihandin ku Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe û hin liv û tevgerên êrîşkariyî lê peyda bûne.

Malbata Eroglû ku kurê wan êdî wan nas nake, xwest kurê wan bê tedawîkirin.

Parêzerên Eroglû jî anîn ziman ku diviya muwekîlê wan meh û nîvek berê sewqî nexweşxaneyê bihatana kirin, lê belê nehatiye kirin. Parêzeran da zanîn ku piştî Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirine. Parêzeran, gotin ku wê berdana Eroglû bi rapora ku piştî tedawiyê bê diyarkirin diyar bibe.

Doza danişîna Eroglû dê di 20’ê îlonê de li Mêrdînê pêk bê. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar