Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Omer Seyîd Elî careke din bû serokê Tevgera Goran

Îro Tevgera Goran ji bo hilbijartina serokê giştî û serokê desteyên din civiya. Di encama hilbijartinê de Omer Seyîd Elî careke din weke Serokê Giştî yê Tevgera Goran hate hilbijartin. Di Desteya Rêveber a Tevgera Goran de tu jinan cih negirt

Civata Niştimanî ya Tevgera Goran ji bo diyarkirina serokeke nû û Desteya Serokatiyê, civînek li dar xist. Serokê Giştî yê Tevgera Goran ê niha Emer Seyîd Elî û berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ji bo serokatiya giştî ya partiyê namzet bûn.

Di encama hilbijartinê de Omer Seyîd Elî li hemberî 27 dengan, bi 44 dengan bû Serokê Giştî yê Tevgera Goran. Her wiha Ednan Osman jî bi 22 dengan weke Sekreterê Giştî yê Civata Niştîmanî yê Tevgera Goran hate hilbijartin. Celal Cewher jî bi 33 dengan bû sekreterê fraksonan.

Serokên desteyên din

Di encama civînê de Birzo Mecîd bû Sekreterê Karûbarên Bi Gel re, Dr. Berbaz Mihemed bi 24 dengan bû Sekreterê Karûbarên Odeya Hilbijartinê. Aso Rehîm û Şemal Ebdul Wafe jî namzetên karûbarên bajêrvaniyê bûn lê dengê wan weke hev derketin. Li ser vê yekê jî dê careke din hilbijartin bê kirin.  Her çiqas Geylan Şêx Omer namzeta Sekreterê Karûbarên Odeyan û Mûnîre Osman namzeta sekretê karûbarê xelkê bû jî, dengên pêwîst dernexistin û tu jinan di nava desteya serokatiyê de cih negirtin.

Desteya Serokatiya Tevgera Goran ji 7 kesan pêk tê û wiha ne: “Serokê Giştî yê Tevgera Goran, Sekreterê Civata Nîştimanî, Sekreterê Civata Giştî, Sekreterê Fraksonan, Sekreterê Bajarvaniyê, Sekreterê Odeyan û Sekreterê Têkiliyên Bi Gel re.’  SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar