PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Provokasyona li dijî HDP’ê bi destê îktîdarê tê organîzekirin’

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkildarî manîpulasyona çapemeniya hawîz a li hemberî çalakiya malbatan li ber avahiya HDP’a Amedê û gotina Leyla Guven daxuyanî da. Lijneyê da zanîn ku îktîdar bi rêya medyayê binhişekî ava dike û li hemberî partiya wan di nava provokasyonan de ye

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê nêzikatiya çapemeniya hawîz a girêdayî hikûmeta AKP’ê ya li dijî çalakiya malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê, daxuyaniyek da. Lijneyê nûçeyên ku çapemeniya hawîz çê dike bi bîr xist û da zanîn ku bi vê yekê re îktîdar dixwaze ku binhişekî ava bike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî hat destnîşankirin ku ew vê propagandaya reşkirinê red dikin û ev propagandaya reşkirinê jî hem di hêla hiqûqî û hem jî di hêla polîtîk de sûcekî giran e. Daxuyaniya wiha dom kir: “Em êrîşa li Pasûrê bi aşkerayî bi tund şermezar dikin. Di 13’ê îlonê de hevserokatiya me got ku ev êrîş nayê qebûl kirin, xwest ku di zûtirin dem de bê lêkolînkirin û berpirsyarên wê bên darizandin. Îro li şûna ku lêpirsîneke berfireh bê kirin, hevserokê me yê Pasûrê û hevşaredarê me hatin binçavkirin. Bi vê re jî dixwazin binhişekî ava bikin.”

Serdana Soylu

Lijneyê di berdewamê de jî daxuyand ku ew hurmetê nîşanî çalakiya li ber avahiya wan a li Amedê didin û ev tişt parve kirin: “Vê hurmeta me îktîdar bêzar kiriye. Pir aşkeraye ku ev malbat bi piştgiriya polîsan li ber avahiya me çalakiyan li dar dixin. Lê li hêla din Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê rastî hemû êrîş û dijhiqûqiyan tên. Wezîrê Karên Hundir diçe serdana malbatên li ber avahiya HDP’ê. Ev jî nîşan dide ku provokasyon bi destê îktîdarê tê amadekirin. Me bang kir ku em bi hevre pirsgirêkê li meclisê çareser bikin. Lê serokê giştî yê AKP’ê Erdogan got; ‘Na’ û banga me red kir. Erdogan, bi vê gotina xwe meclisê rewa nabîne û siyaseta demokratîk red dike.”

Lînca li dijî Guven

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî çalakiya malbatan a li ber avahiya me, êrîşên li ser partiya me jî dijwartir bûn. Di bin navê ‘Meşa bertekên li dijî terorê’ de mîtingên provokatîf tên lidarxistin. Bê guman çalakî mafekî demokratîk e. Lê raste rast partiya me hedef tê nîşandan. Piştî wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven axivî, axaftina wê qut kirin û li dijî wê dest bi lîncê kirin. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Leyla Guven li ser aştî û çareseriyê rawestiya ye û diyar kiriye ku ger aştî pêş nekeve dê encam cuda be. Em di mijara siyaseta demokratîk de bi fikrên xwe bawer in.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar