Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Tevgera Azadî: Herêm bûye cihê sîxûran

Tevgera Azadî têkildarî girtin û binçavkirina endamên xwe ya ji aliyê asayîşa PDK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê demê ku herêm ji bo casûs û sîxuran bûye navendek, PDK hewl dide bi van kiryarên xwe dewleta tirk razî bike

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî girtin û binçavkirina endamên xwe ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve dagunayiyek ji raya giştî re ragihand.

Tevgera Azadî  diyar kir ku PDK hewl dide bi rêya gef û binçavkirina endamên wan hemû dengên li dijî dagirkeriya dewleta tirk disekinin bêdeng bike û wiha got: “Ev demeke asayîşa PDK’ê li herêma Behdînanê li devera Soran bi hincetên cuda di derbarê encam û alîgîrên Tevgera Azadî de dest bi lêpirsînê kiriye. Bi zorê peymaname bi wan didin îmze kirin ku tu peywendiyek bi Tevgera Azadî re daneynin. Her wiha daxwaza kefîl ji wan dikin da ku êdî li gel Tevgera Azadî de kar nekin. Ev tê wê wateyê ku li vê herêmê nabe tu helwestek li dijî dagirkeriya dewleta tirk hebe. Ji ber heman sedeman endamê me Idrîs Selîm Mihemed ev 4 meh in ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin.”

Di daxuyaniyê de tevgerê bal kişand ser sîxur û casûsên ku li başûrê Kurdistanê zêde bûne û ev agahî da: “Di demek de ku herêma Kurdistan ji bo dezgehên casûsî û sîxuran bûye navendek, hêzên ser bi asayîşa PDK’ê hewl didin çalakiyên hevalên me bixin di bin çavdêriyê de û sînordar bikin, ji bo dewleta tirk ji xwe razî bikin. Em van kiryarên bi vî rengî şermezar dikin û bang li raya giştî û gelê xwe dikin li hemberî van kiryarên PDK û asayîşa wê dike, hişyar bin. Ev kiryarên tengkirina azadî û karên siyasî, zengila xeteriyê lê dide ku şêweyê hikûmraniyê li herêma Kurdistanê ber bi dîktatoryetê ve here. Divê hizb û aliyên din jî vê yekê qebûl nekin. Ji ber ku ev kiryar li ser navê asayîşa herêmê têne kirin ku hizbên din jî di hikûmetê de beşdar in. Ji bo wê ger hizbên din jî bêdeng bimînin tê wateya ku ew jî şirîkê van kiryaran in.”

‘Tu hêzek nikare me ji têkoşîna me dûr bixe’

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em wan agahdar dikin dest ji van helwestên xwe berdin û êdî nebin xizmetkarên dagirkeran. Tu hêzek nikare me ji rêya rast a têkoşînê dûr bixe. Berovajî têkoşîna me li beramberî xeta dagirkerî û alîkarên wan xûrttir dibe.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar