Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Walîtiya Wanê nehişt ku der barê 66 polîsên îşkencekar de lêpirsîn bê destpêkirin

Polîsan di 14’ê tîrmeha 2018’an de bi ser mala malbata Şahîn de girt û 7 endamên malbatê binçav kirin. Endamên malbatê hem li malê û hem jî li emniyetê hatin îşkencekirin. Li ser giliyê malbatê jî Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji walîtiya Wanê xwest ku der barê 66 polîsên îşkencekar de lêpirsînê bide destpêkirin. Lê daxwaza serdozgeriyê hate redkirin

Di 14’ê tîrmeha 2018’an de li taxa Yalîmerez a Rêya Armûşê ya Wanê polîsan bi ser mala malbata Şahîn de girt. Di dema serdegirtina malê de Ayfer, Abdulbakî, Ayhan, Abdullah û F. Şahîn û Şehrîban Mamûk û Dîlan Gorur hatibûn binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin 4 rojan di bin çavan de hatibûn girtin. Polîsan di dema serdegirtina malê û di dema binçavkirinê de îşkenceyeke mezin li endamên malbatê kiribû. Piştî 4 rojên binçaviyê jî ji malbata Şahîn 4 kes hatibûn girtin.

Malbatê gilî kir

Têkildarî mijarê malbata Şahîn jî ji ber îşkence û muameleya xerab der barê 66 polîsan de gilî kiribû. Malbatê xwest ku ji ber ku polîsan peywira xwe xerab bi kar anîye, bila bên cezakirin. Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji walîtiya Wanê re şand û xwest ku  der barê 66 polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Hat zanîn ku walîtiya Wanê daxwaza serdozgeriyê red kir û nehişt ku der barê 66 polîsên îşkencekar de lêpirsîn bê destpêkirin. Li ser vê yekê parêzerên malbata Şahîn serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê dan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar