Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koçyîgît: HDP navnîşana çareseriyê ye

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna 4’emîn Meclisa Giştî ya serdama 9’emîn a HDK’ê de axivî û wiha got: Desthilatdariya heyî ger piştî 18 salan li ber deriyê HDP’ê rûdinê, ev encamek pir baş e. Ev rewş careke din nîşan da ku navnîşana çareseriyê HDP ye.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna xwe ya 4’emîn a Meclisa Giştî ya serdema 9’emîn li Stenbolê pêk tîne. Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, rêveberên meclis û delegeyên HDK’ê beşdarî civînê bûn. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît piştî deqeyek rêz girtinê, axaftina vekirinê ya civînê kir.

Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de pergala darbeya faşîst a 12’yê Îlonê şermezar kir û wiha got: “Kesên ku li dijî faşîzmê têkoşiyan em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Pergala darbeyê dewam dike. Ji 15’ê tîrmehê ve, welat bi pergala darbeyê tê birêvebirin. Bi tayînkirina qeyûman pergala darbeye berdewam dikin. Lê li dijî pergala darbeyê berxwedan jî berdewam dike. Armanc dikin ku HDP’ê krîmînalîze bikin. Lê ev hewldane wan bê feyde ye.”

‘Rûniştina malbatan a li ber avahiya HDP’ê şaş e’

Di berdewamê de Koçyîgît bal kişand ser çalakiya rûniştinê malbatên ku li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Amedê pêk tînin û destnîşan kir ku rûniştina malbatan a li ber avahiya HDP’ê şaş e û wiha domand: “Yên ku pêvajoya aştiyê ji holê rakirin, dixwazin cardin dest bi şer bikin. Em rast bînin ziman ku HDP bûye navenda aştiyê. Divê wate ji bo vê yekê bê dayîn. Lê divê kes neyê lîstikên AKP û MHP’ê. Jixwe me gotibû dewlet îflas kiriye. Desthilatdariya heyî ger piştî 18 salan li ber deriyê HDP’ê rûdinê, ev encamek pir baş e. Ev rewş careke din nîşan da ku navenda çareseriyê HDP ye.”

‘Hevalên me li dijî darbeya qeyûman têdikoşin’

Koçyîgît bal kişand ser dayikên zarokên xwe di komkujiya Roboskiyê de windakirin, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê û wiha pêde çû: “Ev desthilatdar, xwedî ferasete ku Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê derp kiriye. Divê em pêşiya van polîtîkayên qirêj ên AKP’ê bigirin.”

Her wiha Koçyîgît tayînkirina qeyûman jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevalên me yên bi rojane li dijî darbeya qeyûmê têdikoşin hene. Dixwazin li ser Leyla Guven zextekê ava bikin. Em dixwazin bêjin ku HDK li gel KCD’ê ye. AKP, dixwaze tifaqa ku HDP’ê li Tirkiyeyê ava kiriye, têk bibe. Dixwazin bêyî kurdan pergalekê ava bikin. Lê çi dibe bila bibe, ev aqil wê bi kêrî tu tiştî neyê.”

Divê rêxistinbûyîn bê esas girtin

Piştî Koçyîgit hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu axivî û ev tişt anî ziman: “Rêxistinbûyîna siyasî girîng e. Rêxistinên faşîst çawa ku hêza xwe winda dikin, êrîşkar dibin, divê em hêzan bikin yek. Lazim e hemû hêzên azadîxwaz rol û rista xwe baş bilîzin.”

Her wiha civîna HDK’ê, dê piştî planlasaziyê û xwendina beyannameya civînê bi dawî bibe.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar