Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Heftanînê helîkopterek hate derbkirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ji sê baskan ve li helîkopterên dewleta tirk ên ku dixwestin leşkeran deynin ser girên Heftanînê xistine. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de helîkoptera Skorsky derb xwar û neçar ma ku ji herêmê vekişe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de hatine lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku hêzên artêşa tirk di 14’ê îlonê saet di navbera 01:00 û 03:00’an de girên Şehîd Şêxmûs, Şehîd Berîvan û Şehît Kemal ên li herêma Şehîd Kendal ên herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi helîkotperan bombe kir û xwestin leşkeran danîn.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de helîkoptera Skorsky ku xwest leşkeran dane ser gir hedef girt û ji sê baskan ve lê xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de helîkoptera Skorsky derb xwar û beriya ku leşkeran dane, ji herêmê vekişiya. HPG’ê destnîşan kir ku ji ber bombebarana helîkopteran li herêmê şewat derket.

2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê her wiha ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên di 12’ê îlonê li dijî Girê Partîzan ê herêma Heftaninê de, 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayan wiha ne: “Bîşeng Tokak (Baharîn Cûdî) li Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Di 12’ê îlona sala 2019’an de li Heftanînê şehîd bû. Bulent Efeogullari (Ronî Pinar) li Erziromê ji dayik bû. Di 12’ê îlona sala 2019’an de li Heftanînê şehîd bû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar