Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Zîhniyeta ku qeyûm tayîn kir û ya Yezîd heman zîhniyet e’

Li Amed û Wanê di roja 28’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku zîhniyeta ku qeyûm tayînkirin û ya Yezîd heman zîhniyet e. Çalakvanan diyar kir ku dê li dijî vê darbeyê heta dawiyê li ber xwe bidin

Berxwedana li dijî biryara tayînkirina qeyûman berdewam e. Bi vê boneyê di roja 28’emîn de jî bi tevlêbûna gelek kesan li Amed û Wanê çalakiyên Nobeda Demokrasiyê hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de di roja 28’emîn de jî li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, hevşaredar, nûnerên Komeleyên Elewiyan, Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê, Komeleyên Şoreşger ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a Stenbolê, nûnerên Tifaqa Partiyên Kurdistanî, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û gelek welatiyan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Cihê nobedê îro jî ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Welatiyan dorpêça polîsan bi dirûşm, çepik û stranan protesto kir. Di çalakiyê de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi çepik û dirûşman hat pêşwazîkirin.

Aşûre hate belavkirin

Komeke HDP’iyan li Parka Koşuyolu ya Rezanê kom bûn û xwestin heta Cadeya Lîseyê bimeşe. Lê ji ber dorpêça polîsan nekarîn zêde bimeşin. Piştî hevdîtinan, girse derbasî Kolana Lîseyê bû. Di çalakiya rûniştinê de ewil serokê Komeleyên Çand û Pîr Sultan Abdal a Şaxa Amedê Cafer Koluman axivî û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Koluman got ku ev darbeye li dijî hemû mazluman, elewiyan û gelên muxalîf hatiye kirin. Piştre jî hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan a Şaxa Eyûp a Stenbolê Nergîz Guzel axivî û hişmendiya qeyûm şiband hişmendiya Yezîd. Piştî axaftinan jî dia hatin kirin û bi munasebeta meha Muharremê, li girseyê aşûre hate belavkirin.

Berxwedan AKP’ê ditirsîne

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan jî bi lêv kir ku li dijî darbeya qeyûm, sekneke bê hempa û xwedîderketineke dostane heye. Ceylan got ku berxwedana li derdora HDP’ê, desthilatê ditirsîne. Li ser navê Tifaqa Kurdistanî jî Abdulhey Okumuş axivî û bi bîr xist ku tu desthilatiyan nekariye bi zorê civakê birêve bibin. Okumuş dawiya Musolînî û Franco bi bîr xist û got ku gelê kurd ne li ber Kenan Evren û ne jî li ber Sedam serî netewandî ye.

Ciwan vexwendin berxwedanê

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Emîn Salman jî diyar kir ku dê li dijî hikûmeta AKP-MHP’ê li ber xwe bidin û hemû ciwan vexwend berxwedanê.  Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Gelê ku vîna xwe emanetî me kir, tenê ew dikare ji me bigire. Em serî li ber vê yekê netewînin.” Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan, belav bû.

Nobeda li Wanê

Nobeda Demokrasiyê ya li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê û gelek kesan domiya. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne vîna qeyûm, vîna gel’ hate vekirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û diyar kir ku bi hevkariya desthilatdariya AKP’ê welat nayê birêve birin û desthilatdarî di heman demê bi hestên dayikên li ber HDP’ê rûniştine dilîze.

‘Xuyaye ku HDP hêza çareseriyê ye’

Ozguneş daxuyand ku wezîrê karên hundir li şûna pirsgirêkê çareser bike, diçe ber deriyê HDP’ê û çalakiya rûniştinê li dar dixe. Ozguneş wiha bi dawî kir: “Her wiha wezîra jinan jî heman tiştî dike. Li hêlekê em keyfxweş dibin ji ber ku xuyaye ku hemû partî HDP’ê weke hêza çareseriyê dibînin. Em dayikan fam dikin lê cihê wan ne HDP, ber deriyê hikûmetê ye.”

Piştî axaftina Ozguneş, çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû. AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar