Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Kobanê li dijî tirkkirina Efrînê meşiya

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li dijî siyaseta guherandina demografyaya Efrînê û hewldana tirkkirina Efrînê meşiyan. Di meşê de hate gotin ku dewleta tirk dixwaze hebûn û çanda kurdan tune bike

Meclisa Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina polîtîkaya dewleta tirk a guherandina demografyaya Efrînê û polîtîkaya tirkkirinê, bi tevlêbûna gelek welatiyan meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, nûnerên kantonê û gelek welatî amade bûn. Çalakî li Qada Jina Azad dest pê kir.

Di meşê de pankartên ‘Ji bo Rojava serî hildin’ û ‘Na ji dagirkeriya dewleta tirk re’ hatin vekirin. Di meşê de koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan hate şermezarkirin. Meş ber bi rêya sereke ya li naverasta bajarê Kobanê ve dom kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê.

Dixwazin kurdan tune bikin

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha got: “Îro salvegera êrîşên DAIŞ’ê ya li ser bajarê Kobanê ye. Bi saya ciwanên Kobanê, bajar ji qirêjiya terorê hate rizgarkirin. Dewleta tirk bi rêya guherandina demografyaya herêmê hewl dide şêniyên resen ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike. Bi taybet jî dixwaze hebûn û çanda kurdan tune bike.”

Malbatên çeteyan

Şahîn bi domdarî wiha got: “Malbatên ku li Efrînê ji hêla dagirkeriyê ve hatin bicihkirin, tu têkiliya wan bi bajarê Efrînê re nîn e. Ew malbatên çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê ne û di çarçoveya planên dagirkeriyê yên dewleta tirk de tên bikaranîn.”

Meş bi dirûşmên ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re’ û ‘Em bi te re ne Efrîn’ berz kirin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar