Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Akademîsyen Serhed: Xeyala min ew e ku li Zanîngeha Kobanê beşa tipê vekim

Dr. Sîpan Serhed li Zanîngeha Tehranê beşa biyo-teknolojiyê xwend û lîsansa bilind kir. Serhed li şûna ku weke gelek akademîsyenên kurd koçî Ewropayê bike, berê xwe da rojavayê Kurdistanê û li Zanîngeha Kobanê beşa biyolojiyê vekir. Sîpan dibêje ku sal bi sal hejmara xwendekarên wan zêde dibe û xeyala wî ew e ku fakulteya tipê ava bikin

Di demekê de ku gelek rewşenbîr, akademîsyen, mamoste, nivîskar û hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê ji ber sedemên cuda pêl bi pêl koçî Ewropayê dibûn, akademîsyenê ji rojhilatê Kurdistanê Dr. Sîpan Serhed berê xwe da Kobanê ku nû ji nava şer derketibû. Dr. Sîpan Serhed piştî ku li Zanîngeha Tehranê beşa biyo-teknolojiyê xwend, lîsansa xwe ya bilind kir. Mohra xwe danî binê gelek gotarên akademîk û piştre berê xwe da rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku xizmekî wî yê di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate bidarvekirin, bala wî hîn bêhtir kete ser doza Kurdistanê û bi Şoreşa Rojava re lêgerîna wî gihîşt asta herî bilind. Dr. Sîpan Serhed sê sal in li Zanîngeha Kobanê kedê dide nifşên nû. Dr. Sîpan Serhed der barê perwerde û hîndekariya Rojava de ji ANF’ê bi Ersîn Çaksû re axivî. Ji ber ewlekariya malbata wî ya li Rojhilat, wêneyên Serhed nehatin kişandin.

Meşa ber bi Kobanê ve

Dr. Sîpan Serhed anî ziman ku bi şerê Kobanê re bala wî bêhtir kete ser Rojava û wiha got: “Min bi xwe wê demê hîn bêhtir modela perwerdeyê dişopand. Hîn bûm ku li vê deverê zanîngeh hatine avakirin. Mînak di sala 2015’an de Zanîngeha Efrînê hate vekirin. Di sala 2016’an de Zanîngeha Rojava û di sala 2017’an de jî Zanîngeha Kobanê hate vekirin.

Piştî çend rojên avabûna zanîngehê min têkilî bi vê deverê re danî. Ne tenê ez, bi komeke hevalên xwe re me têkilî danî û me ji wan re got ku ger pêwîstî hebe em dixwazin alîkariyê bikin. Piştî ku gotin pêwîstî heye me jî dest bi amadekariyan kir. Bi xwe di sala 2017’an de hatim Rojava.

Destpêkê em difikirîn ku gelo li Kobanê deverek heye em lê bimînin. Ji ber ku her kesî digot ku bajar ji ber şer bi temamî hilweşiya ye. Rast e, lê belê rewş ne ewqasî nebaş bû. Qet nebe pêwîstiyên bingehîn ên weke elektrîk, nan û av hebûn. Destpêkê ez hatim piştre du hevalên min hatin.”

Bingeha fakulteya tipê tê avakirin

Dr. Sîpan Serhed diyar kir ku wan her sê kesan di qada biyo-teknolojiyê de xwendina xwe kiribûn û wiha domand: “Ji ber kêmasiyên teknîkî me nekarî beşa biyo-teknolojiyê ava bikin, lê belê me beşa biyolojiyê ku nêzî wê ye ava kir û xwendekarên me du sal in vê beşê tercîh dikin. Niha em hewl didin beşa laboratuarê ava bikin ku dê ji fakulteya tipê re bibe bingeh. Ji ber ku pêwîstiyeke bingehîn e ji bo vê deverê. Me projeya xwe amade kir, me da qebûlkirin û em bawer in ku em ê bi ser bixînin.”

‘Perwerdeya bi kurdî mîna xewnekî ye’

Di berdewamê de jî Dr. Sîpan Serhed bal kişand ser girîngiya perwerdeya li Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir tu bi kurdî perwerdeyê didî, xwendekarên te hene, saziyên perwerdeyê hene. Mîna xewnekê ye. Bi sedan, her wiha bi hezaran kêmasiyên me hebin jî beriya her tiştî divê em zanibin; ev ya me ye. Encama kedeke mezin e. Ji ber vê yekê ji bo min mîna xewnekê ye.”

Sal bi sal hejmara xwendekaran zêdetir dibe

Serhed bi lêv kir ku Kobanê bi giranî herêmeke kurdan e, lewma zimanê perwerdeyê jî bi kurdî ye û wiha derbirî: “Lê belê li gel vê, bi zimanê erebî jî perwerde heye. Di beşa biyo-teknolojiyê de gotin bi giranî bi ingilizî ne. Lê belê şîrovekirin û vegotin bi kurdî tê kirin. Em zanîngeheke nû ne û nû kar dikin li vê erdnîgariyê. Di destpêkê de hejmara xwendekaran kêm bû. Di sala duyemîn de bi du qatî zêde bû û niha jî gelek serlêdan hene. Ev yek jî nîşan dide ku zanîngeh dibe cihê baweriyê ji bo xwendekaran. Niha zêdetirî 180 xwendekarên me hene. Bi dîtina min dê îsal xwendekarên me zêdetir bibin.”

‘Berê xwe bidin Kurdistanê’

Dr. Sîpan Serhed ji bo akademîsyenên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê jî wiha got: “Bala xwe bidin ser şehîdgehan, li wê deverê jiyanên ji çar parçeyên Kurdistanê hene. Li eniyê re jî rewş bi vî rengî ne. Ev yekitî li hemû qadan nîne. Kêmasî hene. Ji ber vê yekê li şûna ku hûn berê xwe bidin Ewropayê ya jî devereke din li rizgariya xwe ya şexsî bigerin, berê xwe bidin vê deverê. Tişta ku hûn lê digerin li vê deverê ye, ne dûr e. Li vê deverê her derfet hene. Bi rastî jî hemû derfet tên pêşkêşkirin.”

Xeyala xwe got

Herî dawî jî Dr. Sîpan Serhed ev tişt anî ziman: “Xeyala min ew bû ku destpêkê li vê deverê beşa biyo-teknîkê ava bikim. Me beşa biyolojiyê ava kir. Ji niha û pê ve me xwest laboratuarê ava bikin û me bingeha wê jî danî. Hêvî dikim ku ev yek dê bi avakirina beşa tipê tacîdar bibe. Ger rojekê em karibin di asta pîvanên zanistî yên dinyayê de kar bikin, wê demê dê xeyalên min pêk bên.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar