Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di yekitî û hevgirtina kurdan de xêr heye

Rojnamegerên Silêmaniyê serdana şandeya KCD Û HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kirin ku ji bo her çar parçeyên Kurdistanê gavekî pir girîng e. Rojnamegeran destnîşan kir ku di yekitiya kurdan de xêr heye û divê hemû partiyên kurd ji bo vê hewl bidin

Di 7’ê îlonê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî di navde, şandeyeke ji KCD û HDP’ê serdana başûrê Kurdistanê kir û çar rojan li Başûr ma. Di nava çar rojan de şandeyê li gel her sê serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, bi serokomarê Iraqê û gelek partî û derdorên siyasî re jî hevdîtin kirin. Her wiha şande li Silêmaniyê bi rewşenbîr û aktivîstan re civiya. Têkildarî mijarê rojnameger Şiwan Mihemed û Newzad Salih ku tev li civîna li Silêmaniyê bibûn ji Rojnewsê re axivîn.

Rojnameger Şiwan Mihemed diyar kir ku gelek xalên erênî di serdana şandeya KCD-HDP’ê de hebûn û wiha got: “Metirsî heye ku artêşa tirk roj bi roj bêhtir bikeve nava axa başûrê Kurdistanê. Rojane axa me topbaran û bombebaran dike. Li hêla din gefan li Rojava dixwe û li Bakur jî bi hezaran azadîxwazên kurd di girtîgehan de ne. Di rewşeke wiha de hatina cem hev û haydarkirina hev, ji bo gelê kurd destkeftiyeke.”

‘Pêdivî bi befirehkirina eniya demokrasiyê heye’

Mihemed bi lêv kir ku hewceyî bi van serdan û hevdîtinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van serdanan re armanc tê kirin ku helwesteke neteweyî pêş bikeve. AKP xwedî wê hêzê nîne ku pirsgirêka kurd çareser bike. Vê jî hişt ku HDP serî li rêyên cuda bide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê, pêdivî bi berfirehkirina eniya demokrasiyê heye.”

‘Ji bo her çar parçeyan serdanekî girîng bû’

Rojnameger Newzad Salih jî serdana şandeya KCD-HDP’ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê weke gavekî girîng nirxand û wiha derbirî: “Ev serdan ji bo komkirina hemû kurdan û avakirina yekitiya neteweyî gavekî girîng e. Di yekitî û hevgirtina kurdan de xêr heye. Ger li parçeyekî Kurdistanê pirsgirêkek hebe, divê em hemû li ser bicivin. Di vê demê de li ser Qendîl û Herêma Biradostê êrîşên zêde hene. Divê karê destpêkê yên partiyên kurdistanî ew be ku yekitiya xwe ava bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar