Serokê DBP’ê yê Agiriyê yê berê Mustafa Akyol ê di sala 2011’an de li Agiriyê hat girtin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, jiyana xwe ji dest da
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê Agiriyê yê berê Mustafa Akyol ê di sala 2011’an de li Agiriyê hat girtin û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, jiyana xwe ji dest da. Akyol ku nexweşîna dil û parkînson pê re heyî berî heftiyekê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wan (YYU) hat kirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akyol îro ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbat dê cenazeyê kurê xwe bibin Agiriyê.
Parêzerên Akyol berî 5 mehan gotinbûn ku muwekîlê wan nikare di girtîgehê bimîne û ji bo vê yekê serlêdan kiribûn. WAN