Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MSD’ê îdiayên rejîmê red kir: Ev nîşaneya binkeftina rejîmê ye

MSD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da îdiayên rejîma Sûriyeyê yên der barê HSD’ê de. MSD’ê îdiayên rejîmê red kirin û diyar kir ku daxuyaniya rejîmê tê wateya binkeftina wê. MSD’ê destnîşan kir ku daxuyaniya rejîmê nîşan dide ku hê jî li ser zîhniyeta xwe ya berê ya ku bûye sedema wêrankirina Sûriyeyê ye

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî sûcdariyên ku rejîma Sûriyeyê bi rêya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li HSD’ê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de MSD’ê îdiayên rejîma Sûriyeyê red kir.

Di daxuyaniyêde MSD’ê diyar kir ku wezareta karên derve ya desthilata Şamê daxuyaniyeke dûrî rewşa heyî ku tê de êrîşî HSD’ê dike û hemû tawanan lê bar dike, weşandiye û ev agahî parve kirin: “Ev daxuyanî ji rastiyê dûr e, derew in û em van îdiayan red dikin. Daxuyaniya rejîma Sûriyeyê bi lûtkeya li Enqereyê ve têkildar e û em ji vê cuda nabînin. Bi vê yekê re Tirkiyeyê qanih dike û li ser lihevkirinan lêkolîn dike.”

Rejîm xwedî heman zîhniyeta berê ye

MSD’ê destnîşan kir ku di naveroka daxuyaniyê de gelek tawanbariyên bi nakok hene û wiha dom kir: “Her wiha hê jî diyar e hikûmeta Şamê bi zîhniyeta xwe ya ku bûye sedema van hemû wêraniyan û hiştiye dewletên biyanî derbasî xaka Sûriyeyê bibin ve, girêdayî ye. Ji ber ku xaka Sûriyeyê dagir kiriye, divê bersiv ji artêşa dagirker a tirk re bê dayîn. Divê desthilata Şamê tawanên xwe ji rejîma Erdogan re ya ku li ser firehkirina dagirkirina xaka Sûriyeyê dixebite, bikirana.”

Gefên Erdogan

Di berdewamê de jî MSD’ê weke mînak jî gotinên Erdogan ên der barê Idlibê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Erdogan ragihandiye ku hêzên wî ji Idlibê venakişin û ji bo ku artêşa Sûriyeyê nêzî wan nebin jî hişyarî da. Tevî vê jî hikûmeta Şamê bêdeng ma û tu daxuyaniyên şermezarkirinê nedan. Hikûmeta Şamê li gorî Rûsya û Îranê yên ku dê sibe bi Tirkiyeyê re civîna lêkolînkirina li ser rewşa Sûriyeyê dûrî xwediyên wê li dar bixin, li netewebûn, desthilat û serxwebûnê dinêre.”

‘Daxuyaniya rejîmê nîşaneya binkeftina wê ye’

Daxuyaniya MSD’ê wiha bi dawî bû: “Di ajoyên pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de parçekirina Sûriyeyê tune bû lê belê ew herêma yekane ye ku parastina saziyên netewedewletê kiriye. Ew herêma ku HSD’ê li dijî terorê şer kiriye, yekitiya xaka Sûriyeyê û tevahiya pêkhateyên wê parastiye. Daxuyaniya rejîmê nîşaneya binkeftina wê ye. Mîna ku li ser herêmeke din û mentiqekî din ku li ser van herêman ne pêkan e, diaxive. Mixabin ji çarenûsa dewleta Sûriyeyê re ku hê jî bi vê zîhniyeta dewletê bi rê ve dibe. Her wiha tekez dikin ku guhertina pergala despotîzma navendî erkeke neteweyî ye, divê dereng nemîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar