Li Pasûrê têkildarî “lêpirsîna” ji bo teqînê hat destpêkirin, Mehmet Emîn Ay ê namzetiya wî ji aliyê YSK’ê ve hatibû redkirin hat binçavkirin. Bi Ay re hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
Li ser rêya navçeya Pasûrê ya Amedê di 12’ê îlonê de li dijî wesayîtek teqîn pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. “Lêpirsîna” têkildarî teqînê hat destpêkirin didome. Mehmet Emîn Ay ê namzetiya Hevşaredariya Pasûrê ya HDP’ê hatibû red kirin ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin.
Leşkeran bi ser mala Ay a li Pasûrê ve girtin û ew binçavkirin, birin Miduriyet Polîsan a Pasûrê. Bi Ay re hejmara binçavkiriyên li Pasûrê derket 4 kesan. Rojek piştî bûyerê Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Hevserokê HDP’a Pasûrê Abidîn Karaman û Midurê Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş jî hatibûn binçavkirin û ev 4 roj in di binçavan de tên ragirtin.
AKP’ê hedef nîşan da
Hêjayî gotinêye ku hêj nehatiye zelalkirin bê ev teqîn çawa çê bûye û ji aliyê kê ve pêk hatiye lê belê desthilatiya AKP’ê û meyaya wê ji bo HDP’ê terorîze bike, reş bike wekî ku HDP’ê teqîn pêk anîbe nîşan da. Li ser hedef nîşandana AKP’ê û meya hawiz li dijî HDP’iyan pêla binçavkirinê hat destpêkirin û heta niha hevşaredar û hevserokê Pasûrê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. AMED