Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Paqijkirina etnîkî ya li Efrînê rojeva NY’yê bû

Sûcên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê yên hê jî li Efrînê didomînin rojeva Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê bû

Di 42’yemîn Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ya li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre de ku 9’ê îlonê hatibû destpêkirin, gotûbêjên li ser binpêkirinên mafê mirovan ên li welatan tên kirin dewam dike. Di rûniştinê de sûcên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê yên hê li Efrînê didome, mijara NY’yê bû û saziyên civaka sivîl ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin, rexenyên tuj li Tirkiyeyê kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku li Tirkiyeyê serxwebûna darazê bi temamî ji holê hatiye rakirin û hate daxuyandin ku di bin navê terorê de di serî de kurd bi hezaran kes hatine girtin.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Piştevanî û li Dijî Nîjatperestiyê ya di Nava Gelan de (MRAP) hate kirin de, bal hate kişandina ser pêkanînên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmeha 2016’an û şûnde li Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha hat gotin: “Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên ji erkê hatin girtin li şûna wa qeyûm hatin danîn û nêzî hezar welatiyên kurd hatin girtin.”

Nûner destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daraza serbixwe nemaye, herî dawî berpirs ji raportorê taybet ê NY’yê di mijara serxwebûna parêzer û daraza li Tirkiyeyê de daxwaza ketina nava xebatekê kir.

‘Bêdengiya civaka navneteweyî nayê qebûlkirin’

Dîsa di rûniştinan de li ser navê saziya civaka sivîl a bi navê African Agency for Integrated Development (AAID) Thoreau Redcrow axivî û bal kişand li ser bûyerên li Efrînê yên dibin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê tê jiyîn û ev tişt anî ziman: “Efrîn hê jî dibin dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê de ye. Bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî vê dagirkeriyê nayê qebûlkirin. Ji ber di qada navnetewî de li dijî Erdogan û hikûmeta wê zextek nîne artêşa tirk û komên çete yên muttefîkê wan li Efrînê zext, tundî û hilweşîna çandî li ser şêniyên kurd didomîne. Kurdên li Efrînê dijîn bi awayekî keyfî tên girtin û îşkencekirin. Ji bo li derdora bajêr dîwar lê bikin tax tên hilweşandin.”

Li Efrînê paqijiya etnîkê tê kirin

Redcrow diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê bi zorê dest datînin ser mal û xaka kurdan û bal kişand li ser tunekirina herêmên zeytûnan ên li Efrînê û firotoina zeytûnan a ji bo Ewropayê.

Di axaftina xwe de Redcrow ragihand ku li Efrînê demografî tê guhertin û mîrasa çandî tê tunekirin û wiha domand: “Li Efrînê paqijiya qewmî (Etnîk) tê kirin. Weke sîstema perwerdeyê navê kolanan jî bi tirkî tê guhertin. Berhemên çandî yên kurdan tê xirabkirin, goristan tên hilweşandin. Berhemên dirokî yên li herêmê tên dizîn û bi rêyên derveyî qanûnan li muzeyên Tirkiyeyê tên firotin.”

Her wiha Redcrow diyar kir ku bi hezaran efrînî ji ber zilma dewleta tirk neçar mane birevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dagirkeriya li Efrînê re bêdeng nemînin. Ji bo parastina mafê mirovan erkekî exlaqî yê vê konseyê heye.” CENEVRE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar