Aktivîstên TJA’yê, di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe ser pêyan’ de Bazara Jinan ziyaret kirin
Li Navçeya Bêrecûk a Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya “Ji bo guhertin û veguhertinê tu Jî rabe ser pêyan” de xebatên xwe berdewam dikin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi aktîvîstên TJA’yê re, Bazara Jinan a li Taxa Sancak a navçeya Bêrecûkê ziyaret kirin. Aktivîstên TJA’yê li gel jinan sohbet kirin û derbarê kampanyê de jinan agahdar kirin. RIHA