Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurmên Darê

Mem Avba | 

Beriya niha bi vî sernavî di televîzyoneke kurd de bernameyek hat weşandin. Bi vê sernivîsê qesta me ew bername nîne. Gelek derbirîn û biwêjên ku vê rewşê rave dikin hebin jî, me têgîna ‘Kurmê Darê’ bijart. Lewre têgîna ku rewşê herî zêde baş pênase dike ev pevya kurdewar e ku serborî û çavkaniya xwe ji dîrok û paşeroja kurdan a dûr û dirêj ku bi êş û janan dagirtî ye digire. Ango kurd, civakên Rojhilata Navîn etîmolojiya vê têgînê baş dizanin.

Bi wateya giştî, ev biwêj ku dibêjin  “Ji kurmê darê nîn be, zewala darê nîn e” rewşa civakan, paşeroj û îroya wan ronî dike. Bêguman di ferhenga biwêjan a kurdî de tijî biwêj û gotinên pêşiyan ên bi hevokekê rewşeke ku bi pirtûkan bê nivîsandin rave dike, gelek in. Pêşiyên kurdan, ev biwêj û gotin, ji jiyan, serpêhatî û serboriyên xwe yên bi hezarê salan, nizilandine û bi zanyarî rêsane. Ji bo wê gelek fêrker in. Heke mirov baş guhê xwe bide wan. Bi guhê dil û ramanê xwe wan guhdar û fêm bike!

Vê ca heke em bên ser mijarê; di têkoşîna kurdan de, jin-dayik xwedî cihekî girîng û bi wate ye, ev mijareke tê zanîn. Bêguman di dîroka dûr-kevin de jî jin-dayik di bawerî, ferastet, hişmendiya civaka kurd de xwedî hêmayeke pîroz e ku ev di mîtolojiya kurdan de weke ast û payeya xwedawendî hatiye pênasekirin. Lê belê piştî ku civaka kurd, di çend sedsalên dawî de ji bo ku bi têkûzî û tevahî nebûne xwedî diyarkirina çarenûsa xwe; hem erdnîgariya wan, hem bîrewariyên wan, lewre jî teşeya jiyana wan hatiye dagirkirin, ev dilpakî heta astekê ji dest çûye. Ji bo wê asûna jinê ya pîroz û xwedawendî, ketiye asteke ketî, kole û radestgirtî. Çimkî serdestan dema êrîşên dagirkeriyê anîne ser Kurdistanê, yek ji destpêka hedef û armanca wan bûye jin-dayik. Lewre serdest û dagirkeran baş zaniye ku heta jinê dîl negirin, berxwedana jin-dayikê ya xwebûnê neşikînin, nikarin civaka kurd dîl bigirin. Ji bo wê êrîşên herî berfireh û mezin li dijî jinê, qirkirina hem fîzîkî lê bêtir hest-raman û giyanî pêk anîne. Ev di civaka kurdan de her çiqas li rastî berxwedanekê hatibe jî, jin-dayika kurd bi vê pêkûtiyê re têra xwe rû bi rû maye û para xwe ji vê girtiye.

Bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurd û ‘Bîrdoziya Azadiya Jinê’ re ev çarenûs heta astekê hate guhertin, an jî li dijî vê têkoşîneke bêeman hat dayîn. Lewre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje azadiya jinê projeya min a herî hêja ye, ji kûr ve analîz kir û got, “Pergala serdest, destpêkê jin kiriye hedef, dîl girtiye û di kesayetiya jinê de civak hatiye xistin. Lewre divê destpêkê jin bigihêje azadiya xwe ku di kesayetiya jinê de civak azad bibe.” Ji bo wê jina ku di nava civakê de ne xwedî gotin, soz û nirx bû; ji nû ve gihaşt pîroziyên xwe û asûneke qedirbilind girt. Bêguman ev wisa bi hêsanî çênebû. Bedelên giranbiha hatin dayîn êşên mezin hatin kişandin, birînên mezin vebûn, janên mezin hatin kişandin û ev têkoşîn û hewldana bêhempa hêj jî didome.

Lewre jina kurd a ku nav û kesayetiya wê nehatibû hiştin, bi berxwedaneke bi heybet a di her qadê de, nexasim jî di qada xweparastinê de ev nasnameya xwe ya bi rûmet ji nû ve qezenc kir. Lewre di nava civaka kurd a ku paşde hatî hiştin, bû pêşeng. Bi hezaran mînakên vê hene;  Ji Besê, Zarîfeyan bigire heta Rindexanê, ji wir heta Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan û bi hezaran rêze fedaî û xwedavendên kurd…

Bêguman di vê gotarê de mijara me ya esasî ne lehengiya jina kurd e ku bi romanan têr nake mirov binivîse. Ji bo mijarên dilsoj û xemgîn diqewimin me xwest bîra we zindî bikin ka pergala qirker çiqas û çawa, êrîşî çi dike.

Weke tê zanîn di dîroka nêz de ku me li jor jî rave kir, li dijî dagirkerî, qirkirin û her cure zilm û zordestiyê, di dîroka nêz de dayik-jinên kurd bûne pêşeng û sembola têkoşînê. Ji Dayikên Aştiyê bigire heta Dayikên Şemiyê, heta Dayikên Laçikspî, kengê zilm û zor, êrîş û qirkeriya dewlet û desthilatdariyê derketiye pêş dayikan xwe kiriye mertal, li dijî vê zilmê sekinîne  û bi têkoşîna xwe ya aştiyane pêşî li pêvajoyên çareseriyê vekirine. Ango nehiştine êrîşên dewlet û desthilatdaran bigihêjin armanca xwe. Lewre kîn û hêrsa dewlet û desthilatdariyê herî zêde li hemberî dayikan e. Lewre herî zêde li qadên berxwedanê êrîşî dayikan tê kirin û bi hovane tên derbkirin. Tirs û xofa wan ji vê hêza dayikan a me li jor rave kirî ye. Çimkî dagirker dizanin ku dayik wijdan, hest, bîr û baweriya civakê ne. Dema ev wijdan raperiya; ev pergala rizî nikare li hemberî wê xwe ragire. Ji bo wê bi hemû hovîtiyê êrîş dike û dixwaze pêşî lê bigire.

Tê zanîn, hêj di demeke nêz de girtiyên kurd ên siyasî bi pêşengiya Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê kiribûn. Piştî ku çalakî gihişt asta şahadetan dayik dîsa daketin qada berxwedanê û bi laçikên xwe yên spî bûn tirsa dilê dewlet û desthilataran. Li hemberî hemû êrîş, zext, zor, pêşîlêgirtin, berovajîkirin û hwd. dayik ji ya xwe nehatin xwarê û berxwedana wan gihaşt serkeftinê. Dewlet-desthilatdariya tirk neçar ma ku bi Ocalan re hevdîtin çêbe.

Lê bêguman hêrs û kîna pergalê li hemberî dayikan û di kesayetiya dayikan de, li hemberî gelê kurd kêm nebû, berovajî zêdetir bû. Dewlet û desthilatdariya kîngir ku tu rêzik û pîvanên mirovahiyê  nas nake, piştî vê serkefina dayikên berxwedêr a hezim nekirî, serî li rê û rêbaz, dek û dolabên qirêj da.

Niha em dixwazin vê ca bên mijara Kurmên Darê: Piştî vê pêvajoyê dewlet û desthilatdariya ku li hemberî berxwedan û têkoşîna dayikan têk çûyî, xwest bi destên dayikên dilşewat, bi xapandin, derew, hîle, berojîkirin û reşkirinan bîne li hemberî armanca wan bide bikaranîn û wisa encam bigire. Ango dixwaze bi çeka gelê kurd, li hemberî wî şer bike, bi kurmê darê, darê hişk bike! Dayikên ku divê biçin ji pêsîra dewlet û desthilatdariyê bigirin û bêjin dawî li vî şer, qirkerî û hovîtiya xwe bîne, zarokên me nekuje; bi derewan xapandine û anîne ber deriyê HDP’ê dane rûniştandin. Belê em qala ‘Dayikên’ li ber avahiya HDP’ê rûniştî dikin. Mixabin divê tu mirovên kurd ên xwedî xîret û rûmet, nexasim jî dayik, nekeve xefikên dewlet û desthilatdariyê, nebe pêlîstok û amûrê şerê qirêj. Dibe ku ew dayik bi hestên xwe yên paqij, bi şewata dilê xwe ya ji bo zarokên xwe û niyeteke paqij bin jî. Lê belê divê bizanibin ku bûne amûrê şerê taybet û psîkolojîk. Derdê dewletê ne ew e ku ji êşa wan re bibe derman, çareseriyekê bibîne û agirekî li vî agirî bike. Berovajî dixwaze bi destê wan sedemên hebûna wan li ber çavê alemê reş bike, biçûk bixe. Zarokên gelê kurd ên têkoşer zarokên herî bi rûmet, xwedî xîret, exlaq û wijdan in. Li şûna ku di bin nîrê dagirkerî de bijîn û bibin temaşevanên qirkeriya dewletê, xwedî li nirx û rûmeta xwe derketine û li hemberî tunekirina hebûna xwe, têkoşîna azadiyê didin. Divê malbatên wan bi wan serbilind û dilşad bin, nebin pêleystokên neyar û nemerdan…

Têbinî: Li Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê berxwedana dayikan a li dijî dorpêç-ambargo-rêgiriya PDK’ê ku bû du (2) meh, didome. Dema me ev gotar nivîsî jî dayikan bi dirûşma, ‘Heta serkeftinê berxwedan’ çalakiya xwe didomandin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar