Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dema xurekên hişkirî

Wekî her sal îsal jî jinên Amedê dest bi hişkirina îsot, bacanê reş û firingiyan kir. Bi vê yekê jin amadekariya xwarinên zivistanê dikin. Yek ji sedemên hişkirina xurekên ji bo zivistanê hem tehma wan xweştir e, hem jî di demsala zivistanê de bihayê van zebzeyan zêde ye

Civak di her serdemê de ji bo debara xwe yên demsalî amadekariyan dikin. Di demsala zivistanê de xurek an jî zebzeyên havînê peyda nabin kê ger peyda bibin jî bê tehm in û bi genetîka wan hatiye lîstin. Ev yek jî rê li ber nexweşiyan vedike. Ji ber van sedeman bi taybetî jin di mehên havînê de amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Ji dan, nîsk, nok, savar bigire her cure qûtê xwe yê salê amade dikin. Li gel vê jî zebzeyên havînê ji bo zivistanê hişt dikin an jî konserveyan ji wan çê dikin.

Li Amedê jî di van rojan de jin ji bo mehên zivistanê firingî, îsot û bacnê reş hişk dikin. Li Amedê hema mirov li kîjan hewş, ban û baneşînê binêre çav bi firîngî, îsot û bacanê reş ên hiştkirî dikeve. Ji bilî van jî jinên Amedê bacanê reş ên biraştî, ava îsot û firingiyan û her wiha konserveyan çêdikin. Jin yek bi yek hundirê firingî, îsot û bacanên reş wan valadikin û wan bi ta vediki. Piştî vî karî tiştên ku hatine amadekirin li cihekî bi tav radixin. Biqasî 10-15 rojan yan jî heta hişk dibin li ber tavê tên sekinandin. Piştre jî tê berhevkirin û li cihekê nehêwî tên mihafizekirin. Di mehên zivistanê jî ev xurekên ku hatine amadekirin dikin şîv û tînin ser sofreyên xwe. Ev xwarina ji zebzeyên havînê tê çêkirin hem bi tehm in, hem jî ji yên ku di mehên zivistanê de tên firotin erzantir in.

Tiştên bêwext bêfêde ye

Îro ji ber teknolijî pêşketî li her firoşgeh û hêşinahîfiroşî fêkî û sebze têne firoştin. Berê mirovan tenê havînê dikaribûn fêkî û zebzeyan bixwin. Ji ber vê yekê mirovan amadekariya zivistanê dikir. Fêkiyê ku di wextê xwe de naye xwarin jî fêda xwe kêm in, di gihandina wan de dermanên kîmyewî tê bikaranîn. Ev jî ji bo tendiristîya mirovan ne baş in. Sedema di demsala havînê de hişkirina bacan, îsot û çêkirina konserveyanjî ji ber vê yekê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar