Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li herêma Keramayê eleqeya ji bo firina jinan

Li herêma Kerama ya girêdayî Reqqayê, firinek nanê sêlê ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Şêniyên herêmê eleqeyek mezin nîşanî firinê didin

Rêveberiya Jinan a herêma Kerama ya girêdayî bajarê Reqqayê, bi armanca pêşxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re, projeyan pêşkêş dike.

Rêveberiyê di 2‘Yê îlonê de firinek nanê sêlê li ber navenda Meclisa Jinan a herêma Keramayê vekir. Ev firin a yekemîn e ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Şêniyên ji gundewarên rojhilatê bajêr jî berê xwe didin vê firinê.

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Komîteya Çandinî û Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqqayê destek dan vekirina firinê û ard pêşkêş dike.

Di firinê 8 kes li gorî du danan dixebitin. Danê sibehê ji saet 05:00’an heta 13:00‘an û piştre jî ji saet 14:00’an heta 17:00‘an, firin dixebite.

Firin di demeke kurt de rastî eleqeyeke mezin a şêniyên herêmê hat. Rojane zêdetirîn hezar û 500 kîs nan derdixîn, her kîsek bi 200 lîreyên Sûriyeyê tê firotin. Xebatkarên firinê dawiya mehê qezenca berhem di nav xwe de par dikin.

Endama Rêveberiya Jinan a herêma Keramayê Sewsen El Xelef girîniya vekirina vê projeyê wiha vegot: “Di nava hefteyekê de, şêniyan eleqeyek mezin nîşanî nanê firinê dan. Ev firin derfetên kar ji jinên ku nikarin di warên din de bixebitin, peyda kir.”

Hêjayî gotinê ye Rêveberiya Jinan beriya du mehan li herêma Reqqayê projeya baxçeyê sergirtî yê bi navê Semra vekiribû. REQQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar