Ji Dayikên Laçik spî yên li ber AKP’ê xwestin çalakî li dar bixin 3 dayik hatin binçavkirin
Dayikên laçik spî çûn ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Amedê, pankarta “Dayik aştiyê dixwazin” vekirin û xwestin çalakî li dar bixin. Polîsan avahiya AKP’ê dorpêç kir û nehiştin dayik çalakiyê li dar bixin û xwest wan li dolmîşê siwar bike. Lê dayikan nexwest li dolmîşê siwar bibe. Ji dayikên xwestin çalakiyê li dar bixin 3 dayik ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji dayikên ku hatine binçavkirin hat zanî ku yek ji wan Aysel Tufan e. Her wiha nehat zanîn dayikên binçavkirî birin ku derê.
Hêjayî gotinê ye ku polîsên rejîma AKP’ê balbatan bizorê dibin ber avahiya HDP’a Amedê û parêzvaniya wan dike. Lê belê heman polîsî dayikên xwestin li ber avahiya rêsitina AKP’ê daxwaza aştiyê bikin ew binçavkirin. AMED