Akademîsyenên pispor ên di konferansa bi mijara DAÎŞ a li Neteweyên Yekbûyê (NY) hate kirin de mafê axaftinê girtin, bang li hêzên navneteweyî kirin ku di mijara darezandina çeteyên DAÎŞ’ê de divê bi berpirsyar tevbigerin.
Nirxandinên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên welatan a di 42’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ya li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevre ku 9’ê Îlonê hatibû destpêkiirin, dewam dike. Li gel rûniştinê li ofîsa NY’yê ya Cenevreyê jî saziyên civaka sivîl li ser mijarên diyar konferans û panelan lidar dixin.
Tevgera Piştevanî û li Dijî Nîjatperestiyê ya di Nava Gelan de (MRAP) û Akademiya Mafê Mirov û Hiqûqa Mirovî ya Navnetewyî (Geneva Academy) li ser rewaş malbat û çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê QSD’ê ve hatibûn girtin konfernasek lidar xist.
Di konferansê de Profesroê Mafê Navneteweyî yê Zanîngeha Cenevre û Dîrektorê Giştî yê Geneva Academy Marco Sasolî, raportorê taybet ê Destgîrkirinên Kêfî û Înfazên bê Daraz a NY’yê Anges Calamard û Nûnerê Bakûr-Rojhilatê Sûriye (Rojava) Xalit Îsa amade bûn.
Sassolî: Ne naskirina staûya rojava astengiyeke
Dîrektorê Giştî yê Geneva Academy Marco Sassolî diyar kir ku rewşa malbat û çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî pirsgirêkeke hiqûqî ye, ewqasî jî di mijara hiqûqa mirovî de ye jî û got: “Neqebûlkirina statûya Rojava ya di asta navneteweyî de dihêle ku di mijara dadgehkirinê de zorî derbikeve. Mixabin hiqûqa navdewletî li ser netew-dewletê hatiye avakirin. Li vir ji bo avakirina dadgeheke neteweyî, divê rejîma Sûriyeyê rê bi de vê yekê.”
‘Hêzên navneteweyî bi xwazin dikarin wê valatiya hiqûqî tije bikin’
Sossolî bal kişand ser zoriyên avakirina dadgeheke navneteweyî ya tenê di warê leşkerî de herêm hatiye nasîn û got: “Li gorî peymana Cenevreyê di çarçoveya sûcên şer de dikare di bin kontrola komeke leşkerî de dikare dadgeheke navneteweyî bê avakirin, lê li vir valatiyeke hiqûqî heye. Eger hêzên navneteweyî di mijara bê ka fikrekî wan li ser şêwazê darezandinê diyar bûye, wê bikare vê valatiya hiqûqî tije bike. “ Sasolî got: “Eger ku dewletê Rojavayî hiqûqa navneteweyî bikar bîne û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de bikare dadgeheke ava bike, dikare endamên DAÎŞ’ê yên welatiyên wan in bidarezînin.” û domdarî got: “Bi vî awayî dikare li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê avakirina dadgehekê bê gotûbêjkirin, lê divê erêkirina rejîma Sûriyeyê jî li vir hebe. Hêzên Rojavayî dikarin dadgehê li welatekî rojava ango mînak dikarin li Cenevre ya Swîsre ava bikin, lê ji ber ku hiqûqa navneteweyî cihê sûc lê hatîkirin esas digire, li pêşiya vê astengî hene.”
Xalit Îsa: Ew ne ji bo gulan bibin wan waran çûbûn
Piştî Sasolî Nûnerê Taybet ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Xalit Îsa rexne li gotinên mîna ku hevjînên çeteyên DAÎŞ’ê bê sûc in tê nîşandan da û got: “Er ê em dikarin di nava wan hinekan de cihêkariyê bikin lê em ji bîr nekin ku ev jin ne ji bo gulan bibin wan xakan berê xwe dabûn wan cihan. Em bi çavên sûc li herkesê nanêrin, hiqûqa me jî heye û li ser vî bingehî pêvajoyeke hiqûqî tê kirin. Bila tu kes vê ji bîr neke Kurdan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin kir. Me di vî şerî de bi hezaran ciwan, jin û zarok şehîd dan.”
Bî erka xwe rabîn’
Îsa diyar kir ku hêzên navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê bi erka xwe ranabin û wiha domand: “Qanûnên navnetewî ji bo naskirina terorîst û naskirina sûcê şer vekiriye. Li ser vî bingehî em daxwaz ji hêzên rojavayî dikin ku ji bo darizandina welatiyên xwe bi me re bibin alîkar. Tê gotin ku bila ev kes li cihekî din werin transer kirin û darizandin ev nayê qebûl kirin. Van mirovan li vê xakê sûc kirine û di vê li van xakan werin darizandin. Me bi gelek dewletan re hevdîtin kir û me xwest welatiyên xwe bigrin lê heta niha ji vêya reviyan. Wê demê em jî dibêjin ku li vê xakê dadgehekî navnetewî bila were avakirin û bi hevre em darizandina wan bikin”.
‘Avakîrîna dadgehekî navnetewî ne îmkansiz e’
Îsa ragihand ku li herêmê avakirina dadgehekî navnetewî ne ewqasî îmkansize û li ser daxwaza hêzên naveteî û Konseya Ewlehiyê ya NY dikare dadgehekî navnetewî were avakirin. Îsa bi domdarî got: “Ji bo me ya destpêkê ew ku çeteyên DAÎŞ’ê li xaka ku sûc kirine werin darizandin. Em bang li hêz û saziyên navnetewî dikin ku di vî alî de bi erka xwe rabin. Bila kesek ji bîr neke ku li dijî terora DAÎŞ’ê herî zêde em têkoşiyan û têkoşîna me hê jî didome. QSD yek ji parçeya herî kezin a koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ye û li her nuqteyê xwediyê gotinê ye.”
Raportora NY: divê daxwazên mexdûran li pêş çavan werin girtin
Raportora taybet a Destgîrkirinên bi Keyfî û Înfazên Bêdarêz ya NY Agens Callamard jî bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû û got ku di vê li ser bingehekî rast darizandina endamên DAÎŞ’ê were kirin û daxwazên mexduran jî li ber çavan werin girtin. Collamard wiha domand; “Divê civak û saziyên navnetewî ji berpisyariya dikeve li ser milê wan di vê nuqteyê de ne revin. Darizandin çawa dibe bila bibe ya bingehîn ew e ku ti ferq û cudahî nekeve navbera mexdûrên vê terorê de. Divê darizandin hemû daxwazên mexduran li ber çavan bigre û wiha were kirin.”
Piştî panelên hatine kirin konferans bi pirs-bersivan bidawî bû.CENEVRE