PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji qereqolê birin parkê sîxurî lê ferz kirkin

Soner Îlblas diyar kir ku Qereqola Polîsan a Guvercîntepeyê ji bo îfadeyê gazî wî kiriye lê belê kesên ku xwe wekî JOH’an dane naskirin li Parka Guvercîntepeyê wî dane ber lêpirsînê û wiha got: “Li vira sîxurtî li min ferz kirin.”

Li Başakşehîr a Stenbolê, malbata Îlbas bilêv kir ku bi hinceta keça wan di sala 2014’an de çûye Kobaniyê, kesên xwe wekî Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) didin naskirin tim li wan digerin û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ji malbatê Soner Îlbas bilêv kir ku du kesên xwe wekî cendirmeyan dane naskirin wî ji qereqolê girtine û birine parkê û li parkê sîxurtî lê ferz kirine.

Îlbas anî ziman ku kesên lê geriyane ewilî li xwişka wî û birayê wî geriyane û ji wan hejmara telefona wî xwestine û piştî wan nedaye li ferdên din ên malbatê geriyane û wiha got: “Ji ber tim li min geriyan mecbûr mam telefona xwe vekim. Gava min telefon vekir, kesa digeriya xwe da naskirin. Got, navê wê Hanim e û got we ji bo xwişka xwe îlana windabûnê daye. Min, got me îlaneke wiha nedaye, tenê piştî xwişka min windabûye me serî lê daye û ji xwe di ser vê re jî 5 sal derbas bûye.”

 ‘Min xwest îfadeyê li qereqolê bidim’

Îlbas destnîşan kir ku kesên lê geriyane xwestine wî rû bi rû bibînin lê wî ev qebûl nekiriye. Îlbas bilêv kir ku wî ji kesên lê geriyane gotiye “ger îfade be ez ê li qereqolê bidim” û wiha got: “Kesê geriya, got tu eleqeya mijarê bi polîs û qereqolê tune ye, tenê wan eleqedar dike. Lê belê min ji wan re got, ez we nas nakim û ez ê îfadeyê li qereqolê bidim. Li ser vê ji min re gotin, ‘temam em ê bên qereqolê, gava em hatim em ê li te bigerin û tu yê jî werî.’ Di ser vê bûyerê re hefteyek derbas bû, dîsa li min geriyan xwestin em hev du bibînin.”

Wî ji qerqolê birine parkê

Îlbas bilêv kir ku piştî ji kar derketiye çûye Qereqola Guvercîntepeyê û li qereqolê yek jê jin du kes ew pêşwazî kirine û ev tişt anî ziman: “Kesên ez pêşwazî kirim, gotin ‘Ne li qereqolê, em li derve biaxivin.’ Min qebûl nekir lê piştî bi ser min de hatin mecbûr mam em biçin Parka Guvercîntepeyê. Li parkê bi qasî saetekê em axivîn. A jin pêşî pirsî ka xwişka min li kuderê ye, ka em xeberê jê digirin yan na. Her wiha got, herî dawî xwişka te li Kobaniyê bûye, di dest wan de wêneyê wê heye. Bi israr gotin hejmara telefona xwişka xwe bide. Gotin, ew bi vî awayî dikarin xwe bigihîninê û ger bixwaze ew dikarin wê bînin malê. Her wiha gotin, di vî warî de hem madî hem manewî çi lazim be ew ê bikin. Gotin, ger xwişka te bê wê sûd ji fûyê bigire.”

Dê gilî bike

Îlbas anî ziman ku wî bi israr ji kesên pê re xeber dane gotiye, çima bi derve re pê re xeber didin, piştî vê gotine: “Tu karê me bi polîsan re tune ye. Ji xwe mirovên li rojhilat me nas dikin. Ên li rojavayê me nas nakin. Lê em ê hêdî hêdî xwe bi wan jî bidin naskrin.” Îlbas  wiha got:  “Bi awayekî aşkere sîxurtî lê hatiye ferzkirin”, destnîşan kir ku ew ê pêşî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide û paşê jî ew ê li dozgeriyê giliyê wan bike.STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar