Hat zanîn ku Ramazan Çekmen ê li Girtîgeha Denîzliyê dimîne bi hinceta bi kurmancî axiviye ceza lê hatiye birîn
Di 7’ê tebaxê de Ramazan Çekmen (25) ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî. Çekmen di kêliya hevdîtinê de bi kurmancî ji wezîfedar xwest wêneyê wî û malbata wî bikişîne. Karmend hişyarî da Çekmen û xwest bi tirkî biaxive. Çekmen bersiva karmend da û got: “Heke hûn wisa pirr meraq dikin biçin qûrsa kurdî û hûn dikarin bi kurmancî fêr bibin.” Çekmen bi hênceta kurmancî bi wezîfedarê girtîgehê yê karmend re axiviye wî sewqî Desteya Dîsîplînê kirin.
Kurdî axaftin ‘li dijî qanûnan e!’
Axaftina Çekmen ji aliyê Desteya Dîsîplînê wek “li dijî karmendê wezîfedar neguncan û henekê xwe pê kiriye” hat nirxandin. Desteyê got ku ‘ev tevger li dijî qanûn û tuzikê ye’ û îdia kir ku ‘ji girtiyên re bûye mînaka nebaşiyê’. Desteyê bi van hêncetan cezayê ji mehekê heta 3 mehan dest danî ser hin mafên û dê mehekê nikaribe ji kar mûçe werbigire, li Çekmen birî. DENÎZLÎ