Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Deshilat dixwaze bûyera li Pasûrê jî mîna ya li Serêkaniyê bi kar bîne

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay got ku desthilata AKP’ê hewl da ku HDP’ê tecrîd bike lê ew bi xwe tecrîd bûye. Kubîlay diyar kir ku hikûmet êşên dayikan jî îstîsmar dike lê ew dê vê plana ranta siyasî têk bibin. Ji bo bûyera li Pasûrê jî Kubîlay wiha got: “Çawa ku bi bûyera li Serêkaniyê biryara şer dabûn, niha jî bi teqîna li Pasûrê re dixwazin heman tiştû bikin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay têkildarî pêvajoya tayînkirina qeyûman û çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP’a Amedê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Dîren Yurtsever re axivî.

Gunay Kubîlay anî ziman ku helwesta tayînkirina qeyûman ji hêla gel ve nehatiye pejirandin û wiha got: “Lê niherîn ku bertek gelek zêde dibin, vêcarê jî xwestin HDP’ê tecrîd bikin. Lê ew bi xwe tecrîd bûn.”

‘Cihê çalakiyê pêşiya avahiyên HDP’ê nîne’

Kubîlay der barê malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê rûniştin jî ev nirxandin kir: “Em êşa dayika fêm dikin. Me ji malbatan re got; ‘Ev partî, partiya we ye. Ger hûn bixwazin li derve û ger jî bixwazin li hundir rûnin. Lê rûniştina ber avahiya HDP’ê çareserî nîne.’ Di dawiya dawî de em partiyeke muxalîfîn û aştî, demokrasî û azadiyê diparêzin. Sedema van êşan, polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatdariyê ne. Ji ber vê sedemê ev êş û pirsgirêka kurd mezintir dibin. Bi vê boneyê jî cihê çareseriyê meclis e.”

‘Êşên dayikan tên îstîsmarkirin’

Di berdewamê de jî Kubîlay gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên dawî de bi bîr xist û wiha domand: “Birêz Ocalan got; ‘Ez dinava heftiyekê de dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Di demekî ku vîneke wiha ya siyasî û zexta ku gelê kurd di hêla aştiyê de dike, pêkane ku ev yek pêş bikeve. Xuyaye ku desthilatdarî li şûna ku pêvajoya çareseriyê pêş bixe, êşên dayikan îstîsmar dike.”

Plana rantê ya desthilatiyê

Kubîlay diyar kir ku divê êşên dayikan ji bo hesabên siyasî neyên bikaranîn û wiha derbirî: “Ji bo zarokên hemû dayikan lêgerînên me hene. Em dixwazin vê plana rantê ya desthilatiyê têk bibin. Ji kerema xwe bila malbat jî destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin. Çûna du wezîran a li wir û barandina rondikên derew, nîşaneya vê sextekariya mezine.”

Teqîna li Pasûrê û êrîşên hikûmetê

Herî dawî jî Kubîlay bal kişand ser bûyera li Pasûrê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û hedefnîşandana partiya wan û ev tişt anî ziman: “Darbeya 19’ê tebaxê û çalakiya malbatan, nîşaneya plana hilweşandinê ya li dijî HDP’ê ye. Di navbera 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê de pêvajoyeke ku kaosê heye. Desthilatdariyê di 7’ê hezîranê de hilbijartin winda kir. Lê bedelên giran bi gel dan dayîn û hilbijartina 1’ê mijdarê qezenc kirin. Wê demê jî biryara şer dan. Ji bo vê jî li Serêkaniyê bûyerek derxistin û hewl dana raya giştî pê qanih bikin. Di pêvajoya Pasûrê de jî heman hewldan heye. Bombeyeke diteqe û bêyî ku lêkolînek bê kirin, hevşaredarên me digirin. Xuyaye ku operasyoneke têgîne heye. Em ê der barê rojnameya Yenî Şafakê ku manşeta ‘HDP’ê êrîş pêk anî’ avêtibû, serlêdana sûc bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar