PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li gelek bajaran tayînkirina qeyûman hate şermezarkirin

Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê HDP’ê bi daxuyaniyên cuda biryara tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku li dijî êrîşên desthilatê dê heta dawiyê li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajar û navçeyan bi daxuyaniyên cuda biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê şermezar kirin.

Di çarçoveya şermezarkirina tayînkirina qeyûman de, HDP’a Îzmîrê bi tevlêbûna gelek kesan xwest ku li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li taxa Alsancak a Konakê daxuyaniyê bide. Di daxuyaniyê de parlamenterên Îzmîrê Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbay jî amade bûn. Dema ku parlamenteran pankarta ‘Dest nede vîna min’ vekirin polîsan êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşê de Recep Acar, Mûstafa Kazak, Ferhat Harûn Pehlîvan, Hacaya Yilmaz, Şerafettîn Yetîm û Yurdakul Ustekler hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin derbasî Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê hatin kirin.

EDENE

HDP’a Edeneyê jî ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman xwest ku li Parka Abîdîn Dîno daxuyaniyê bide. Lê beriya daxuyaniyê, polîsan avahiya HDP’ê û park dorpêç kir. Polîsan destûr nedan ku HDP’î ji avahiyê derkevin. HDP’iyan li ser vê yekê di korîdora avahiyê de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg diyar kir ku tevî hemû qedexeyan jî ew ê li qadan bin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

CEYHAN

Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî ji bo şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman û girtiya hevşaredarên Pasûr û Qereyaziyê pankarta ‘Qeyûm darbeya li dijî vîna gel û demokrasiyê ye’ hate vekirin.

HATAY

Bi heman boneyê li HDP’a Îskenderûn a Hatayê jî li avahiya  partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin.

MÊRSÎN

HDP’a Mersînê jî tevî hemû astengiyên polîsan jî li ber Parka Zarokê Azad daxuyanî da. Di daxuyaniyê de biryara tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan anî ziman ku dê bi gelê xwe re li dijî qeyûman berxwedana xwe bidomînin.

AMED

Biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê li Amed û gelek navçeyên wê jî hate şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de HDP yên navçeyên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê li ber avahiya Yenîşehîrê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê, endamên KCD’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dovîza ‘Dest nede vîna min’ hatibû vekirin.

Medyayê ferman da

Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya daxuyanî da. Kaya got ku destilata ku tehemûla encamên hilbijartina 31’ê adarê nake, êrîşên xwe didomîne. Kaya bi lêv kir ku piştî teqîna li Pasûrê, medyaya alîgir Şaredariya Pasûrê hedef girtiye û emniyet û daraz jî li gorî vê fermanê tevgeriyane. Kaya tayînkirina qeyûm weke xespê pênase kir û got ku ev yek berdewamiya darbeya siyasî ya 19’ê tebaxê ye. Kaya got ku dê têkoşîna wan a li dijî vê hişmendiyê bidome.

‘Berxwedana me dê bidome’

Parlamenter Dersîm Dag jî bi lêv kir ku piştî girtina hevşaredarên wan, şaredariyên wan hatine xespkirin. Dag da zanîn ku dê li hemberî vê zilm û zordariyê serî netewînin û dê berxwedana xwe geştir bikin. Dag diyar kir ku dê HDP û gelê kurd biser keve.

ÊLIH

Li Êlihê jî HDP’ê bi heman armancê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê hate lidarxistin. Wekîlên hevserokên HDP’a Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdînç, hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Meclisa Dayikên Aştiyê û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Îkram Îrgî ve hate xwendin û hat gotin ku êdî têkçûna AKP’ê dest pê kiriye û ev hewldanên wê yên dawîne.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi daxuyaniyekê çapemeniyê tayînkirina qeyûman hate şermezarkirin. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Hezexê hate dayîn. Di daxuyaniyê de li gel hevşaredarên navçeyê Songul Erden û Mûrat Şen, gelek endamên partiyê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Şaredariyê Nafiye Geçgel ve hate dayîn. Geçgel got ku rayedarên hikûmetê partiya wan hedef nîşan didin û êrîşên li dijî wan berdewam dikin. Geçgel got ku dê van êrîşan qebûl nekin û ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe li ber xwe bidin.

COLEMERG

HDP’a Colemêrgê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Emîne Armût destnîşan kir ku AKP ji bo ku di desthilatdariya xwe bidomîne, êrîşî HDP’ê dike û xwest ku hevşaredar di zûtirin dem de li peywira xwe vegerin.

GEVER

HDP’a Geverê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevserokê navçeyê Husnu Beşer di daxuyaniyê de axivî û got ku ew ê mîna duh, îro jî li dijî polîtîka û êrîşên desthilatdariyê serî netewînin û bi biryardarî têkoşîna xwe berdewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar