Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Nobeda Demokrasiyê: Aqûbeta Ceauşescu dê bibe ya AKP’ê jî

Li Amed û Wanê di roja 31’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku AKP bi darê zorê hewl dide emrê xwe dirêj bike lê dê li hemberî vîna gel têk biçe. Hat destnîşankirin ku dawiya dîktator Ceauşescu çi be, dê ya AKP’ê jî ew be

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya ku ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman li Amed, Mêrdînê û Wanê tê lidarxistin, îro jî berdewam kir. Di çalakiyên li Amed û Wanê de hat gotin ku dawiya dîktator Ceauşescu çibe, dê Erdogan jî dê xwedî heman dawiyê be.

Diroja 31’emîn de jî li Amedê bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar, endamên Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, serokê giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak û gelek welatiyan, li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Beriya çalakiyê, kolan ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Dema ku hevşaredar Selçûk Mizrakli hate cihê çalakiyê, ji hêla gel ve bi dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin.

Çalakiya ciwanan

Di çalakiyê de welatiyan dirûşm berz kirin û stran gotin. Ciwanên HDP’î jî li Kolana Lîseyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li hatin û çûna wesayîtan girtin. Dayikên Laçik Spî jî piştgirî dan ciwanan. Tevî gefa polîsan jî ciwan û dayikan çalakiya xwe domand. Piştre jî ciwan û dayik derbasî cihê daxuyaniyê bûn.

Gelê kurd bersiv da qeyûman

Ji ewil di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku dê li dijî texrîbat û êrîşên AKP-MHP’ê paş de gav neavêjin. Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî bi lêv kir ku gelê kurd di 31’ê adarê de bersivek da qeyûman û ew qewirandin. Bucak got ku divê hevşaredarên wan di zûtirin dem de vegerin ser karê xwe.

Dayika laçik spî: Polîsan îşkence li me kir

Ji Dayikên Laçik Spî Aysel Tufan ku duh li ber avahiya AKP’a Amedê hatibûn binçavkirin axivî û wiha got: “Em duh ji bo aştiyê çûn ber AKP’ê. Lê polîsan em li erdê kaş kirin û binçav kirin. Polîsan li ber avahiyê û di hundirê maşîneyê de îşkence li me kirin. Çêr li me kirin. Em jî zarokên xwe yên girtî û zarokên xwe yên winda dixwazin. Bila malbatên li ber HDP’ê werin em bi hev re li ber AKP’ê rûnin.” Girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî Nobeda Demokrasiyê di roja 31’an de dewam kir. Çalakî li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevşaredar, parlamenter, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û welatî amade bûn. Di nobedê de pankarta ‘Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin’ hate vekirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç axivî û got ku êdî tiştekî ku AKP birêve bibe nemaye.

Gel ji AKP’ê nerazî ye

Sarisaç anî ziman ku êdî gel ji AKP’ê nerazî ye û wiha bi dawî kir: “Bi darê zorê hewl dide emrê xwe dirêj bike. Lê çi dike bila bike dê serkeftin para gel be. Dawiya dîktator Augusto Pînochet, Nîcolae Ceauşescu û Adolfo Hîtler li holê ye. Dîktatorê Romayê Nîcolae Ceauşescu ji bo ku hêza xwe nîşan bide bi darê zorê 8 hezar kes di mîtîngekê de kom kir. Lê di vê mîtîngê de hilweşiya. AKP jî heman tiştî dike. Di wê rojê de gel bi xwe Ceauşescu têk bir.” Girse piştî çalakiya rûniştinê bi stran û dirûşman bi dawî bû. AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar