Kizwan ji gelek nexweşiyan re baş û ji gelek derdan re dibe derman. Ji kizwanan dermanê nexweşiya dil, benîşt û qehwe çêdibe. Yek ji cihê ku kizwan tê peydakirin jî Çiyayê Kizwan e
Xwezaya Kurdistanê ango Mezopotamya bi dar, çiya, fêkî û zebzeyên xwe dermanê gelek nexweşiyan e. Şûna ku mirov dermanên kîmyewî bi kar bîne, dikare ji xwezayê dermanan biafirîne. Kizwan jî ji warê dermanan û di warê çêjê de gelek baş e. Dermanê gelek nexweşiyan e û di heman demê de jî tama wê gelek xweş e.
Yek ji van cihan ku ji aliye kizwanan ve bi nav û deng e Çiyayê Kizwan e. Çiyayê Kizwan li başûrê navçeya Til Temirê ye. Li Çiyayê Kizwan gelek kaniyên avê, mezara Şêx Ebdil Ezîz, şikeftên ku dîroka wê vedigere hezar salan û deverên dîrokî mîna Kelha Sukera, Mexlûca û gelek deverên din hene.
Çiya bi navê Çiyayê Kizwan tê binavkirin, ji ber li ser û newalê wê gelek darê kizwanan heye, ew dar nayên çandin û her darek di navbera wê û ya din de gelek mesafe hene. Di meha îlonê û demsala payîzê de êdî dar û pelên wê dilerizin û hêdî hêdî tevî kizwanên pê ve mane, hişk dibin, kirasê şîn datînin û yê zer li xwe dike.
Li derdora dara kizwanê darên fistiqa jî çêdibin, di vê demsalê de her kes berê xwe dide çiya û kizwanan berhev dike û li herêmên din jî belav dike. Hin malbat jî ji bo zivistanî hiltînin.
Gelek rengên wê heye
Rengê kizwanan şîn, sor, kesk û zer in. Libê wê yê biçûk û yê mezin jî hene. Da ku ruhê dilê mirovan vebibe û bikaribe bi rengekî baş bêhna xwe bikişîne divê kizwanan bixwin.
Ji kizwanan sabûn jî çêdibin. Hem ji dar û hem jî ji kizwanan benîşt çêdibe, benîştê wê jî çarkoşeye û rengê wê jî spî ye û qehwe jî çêdibe, qehweya wê jî tehl e, giran e û rûnê wê zêde ye. Ew qehwe jî ji nexweşiya kêmbûna xwînê re derman e. Di heman demê de ji kizwanan zeyt jî çêdibe. HESEKÊ