Milîsên HBDH’ê berpirsyariya çalakiya li dijî febrîqeyeke li navçeya Tûzla ya Stenbolê li ser xwe girt ku li febrîqeyê madeyên kîmyewî û kamûflajên leşkerî lê dihatin amadekirin
HBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî febrîqeyeke li navçeya Tûzla ya Stenbolê ku madeyên kîmyewî û kamûflajên leşkerî lê dihatin amadekirin çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de ya bi navê ‘Milîsên HBDH’ê hate wiha gotin: “Milîsên me di 18’ê îlonê de li dijî febrîqeyeke li Tûzla ya Stenbolê çalakî kirin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî li dijî febrîqeyeke ser bi şîrketa Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kîmya ya Ema hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Vê şîrketê berhemên kîmyewî, kamûflajên leşkerî û gelek berhemên din diafirand. Milîsên me tespît kirin ku bi vê hilberînê re destekeke mezin ji hikumet û artêşa faşîst re dike.”
Milîsên HBDH’ê diyar kir ku şîrketê bi keda gel û kedkaran piştevaniya aboriya şer a desthilatdariya faşîst dikir û ev tişt ragihandin: “Divê bê zanîn ku her kes û saziyên bi faşîzmê re tevdigerin dijminatiyê li gelê me dikin û em ê hesabê vê yekê bipirsin.”
Milîsên HBDH’ê mehên dawî berpirsyariya gelek çalakiyan dan ser milê xwe. STENBOL