Li gundê Malikiye yê Şera ya Efrînê mayinek bi wesayîta komên çete yên girêdayî dewleta tirk ve teqiya. Di encama teqînê de 3 çete mirin û çend çete jî birîndar bûn
Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê bênavber didomin. Şervanên HRE’yê hema hema rojane bi çalakiyên bibandor, derbên giran li hêzên dagirker didin.
Di vê çarçoveyê de di 19’ê îlonê de li nêzî gundê Malikiye yê navçeya Şera ya Efrînê mayinek bi wesayîta komên çete yên girêdayî dewleta tirk ve teqiya.
Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di encama teqînê de wesayîta çeteyan rûxiyaye û 3 çete hatine kuştin. Çavkaniyan da zanîn ku di çalakiyê de hinek çete jî birîndar bûne. EFRÎN