Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Îro bi milyonan kurd li ser şopa Mûsa Anter têdikoşin’

Bi tevlêbûna gelek kesan îro jî li Mêrdînê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku heta ku pirsgirêka kurdan neyên çareserkirin, dê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk nekarin bên çareserkirin. Çalakvanan got ku îro bi milyonan kurd li ser şopa Apê Mûsa li ber xwe didin û AKP jî êdî ji hev belav dibe

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ji hêla şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan çalakî hate lidarxistin. Beriya nobedê polîsan avahiya HDP’ê ya navçeyê dorpêç kir. HDP’iyên ku li ber avahiya partiyê kom bûn, heta  Parka Aştiyê meşiyan.

Çalakvanan li Parka Aştiyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê vîna gel tune dihesibîne. Kaçmaz da zanîn ku sê sal beriya niha jî qeyûm hatin tayînkirin û wiha domand: “Faşîzma AKP û MHP’ê îro hêza xwe li dijî kurdan û demokrasiyê bi kar tîne. Lê divê baş bizanin ku dê bi van êrîşan nekarin vîna gelê kurd teslîm bigirin.”

‘Êdî AKP ji hev dikeve’

Di berdewamê de jî Kaçmaz bal kişand ser salvegera qetilkirina rewşenbîr û zanayê kurd Mûsa Anter û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî AKP ji hev dikeve. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, dê pirsgirêkên li welat jî çareser nebin. Îro bi milyonan kurd li ser şopa Mûsa Anter dimeşin. HDP tu carî bêdeng nema û dê bêdeng nemîne. Partiya ku dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn, HDP ye.”

Daxuyanî û çalakî piştî axaftinê bi çepik û dirûşman bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar