Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim’

Cahîde Kaplan a 87 salî, bilêv kir ku kurê wê girtiyê nexweş Mehmet Bakî Kaplan nayê berdan û wiha got: “Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim.”

Li girtîgehan her diçe hejmara girtiyên nexweş ku nikarin bi tena serê xwe bijîn zêde dibin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Bakî Kaplan ê 63 salî ye. Kaplan, 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Jimare 1 a Maltepeyê de ye. Nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye, masûlkeyên lingên wî xira bûne, diwerimin û ji ber vê xweşikî nikare bimeşe. Her diçe rewşa Kaplan xirabtir dibe. Malbata wî xwest rojek berî rojekê kurê wan bê berdan.

Dayika wî Cahîde Kaplan a 87 salî, anî ziman ku kurê wê ji sala 1993’yan heta niha belaheq û belsebeb di girtîgehê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dayika Kaplan wiha got: “Em di halê xwe de bûn. Rojekê me xaniyê xwe yê nû siwax dikir. Bêyî hayê me ji tiştekî hebe ji nişka ve leşkeran mal dorpêç kir. Di mala me de delîlekî ku bibe sûc tune bû. Hatin wî birin. Di dadgehê de kurê min got, tiştên pê tê tawanbarkirin di bin îşkenceyê de pê dane îmzekirin. Lê ne dadger ne jî dozgeran guh lê nekir. Kurê min jî nizane bi çi tê tawanbarkirin.”

Bila bê berdan

Dayik Kaplan destnîşan kir ku kurê wê nexweş e û nexweşîna wî jî giran e. Kaplan ev tişt anî ziman: “Di dema hevdîtinan de wî bi sandalyeyê tînin. Lingê wî erdê nagirin, newqa wî diêşe. Berî ev mirov bimirin bila bên berdan. Em tenê vê dixwazin. Em dixwazin serî li ATK’ê bidin, lê nahêlin. Mafê wî yê tedawîkirinê hatiye binpêkirin.”

Kaplan da zanîn ku neviyê wê li girtîgehê geriyaye û xwestiye hay ji rewşa tenduristya bavê xwe çê bibe lê belê girtîgehê jê re gotiye: “Bavê te ji qesda wisa dike.” Kaplan wiha got: “Kurê min nikare bimeşe. Min bi çavê serê xwe dîtiye. 26 sal in girtiye. Ma wê çima ji qesda wisa bike? Ji ber nexweşînan kurê min di warê zihnî, bedenî û ruhî de mahf bûye. Niha her çend hişê wî ne li sera ye jî wî bernadin.”

‘ Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim’

Kaplan destnîşan kir ku dadgehê leşkerî ceza li kurê wê birîne û wiha got: “Me serî li Wezareta Dadê da lê serlêdana me qebûl nekirin. Tu esl û feslê cezayê hatiye birîn tune ye. Li mala me tiştekî rêxistinê tune bû, ji xwe tu delîlên dewletê jî tune ne. Rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin.” Herî dawî dayik Kaplan got: “Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar