PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Partiyên kurdistanî: Hikûmet dixwaze pêşî li siyaseta kurdan bigire

Partî û tevgerên kurdistanî têkildarî malbatên li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi rûniştina ber avahiyên partiyan çareser nabe û cihê meclis, wezaretên ewlehiyê, wezareta karên navxweyî û serokomarî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku mirov ji ber girtin, rêbazên milîtarîst û zalimane derketin çiyê

Partî û tevgerên kurdistanî yên Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PIA), Partiya Komunistên Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) û Partiya Azadî yên Amedê têkildarî biryara tayînkirina qeyûman, bûyera li Pasûr a Amedê û malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li avahiya Hereketa Azadî hate lidarxistin. Rêveberên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ya bi kurdî ji hêla alîkarê sekreterê giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî û ya bi tirkî jî ji hêla alîkarê serokê PÎA’yê Sedat Dogan ve hate xwendin.

Metîn Pîranî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê bi bîr xist û da zanîn ku hikûmetê hê jî sedemeke hiqûqî nîşan nedaye. Pîranî wiha dom kir: “Dema em li malbatên ji bo zarokên xwe yên derketin çiyê derketin holê û li bûyera Pasûrê dinihêrin, dibînin ku hikûmet hewl dide hêrsa li hemberî tayînkirina qeyûman belave bike û pêşî li siyaseta demokratîk a kurd bigire. Em jî weke partî û hereketên kurdî pêwîst dibînin ku raya giştî di vê mijarê de agahdar bikin. Em hemû dizanin li pêşiya me kêşeya kurd û Kurdistanê heye ku bi sedan sale çareser nebûye. Mixabin bûyerên ku îro diqewimin û yên ku dê dahatûyê de biqewimin, hemû jî encamên vê kêşeyê ne. Dîrok nîşan dide ku ev mesele duh li Agirî, Pîran,  Zîlan û li Dêrsimê komkujiya bi dehezaran kurdan, di mehkemeyên Îstîklalê de darvekirina Şêx Seîd û Seyîd Riza û Plana Islehkirina Şerqê de koçberkirina bi darê zorê, talan û bûyera 33 guleye. Paşê ev zilm û zordarî weke 12 Îlonê berdewam kir.”

Sedema derketina çiyê

Di berdewamê de jî ev tişt hatin parvekirin:

“Di vê darbeyê de bi dehezaran ciwan avêtin zindanan. Bi rê û rêbazên milîtarîst û hovane zilm û zordarî û tedayî li van mirovan kirin û meseleya kurd û Kurdistanê terorîze kirin û ev mirov mecbûr man û derketin serê çiya. Paşê bi şer û pêvçûnan ev meseleye mezin bû. Ev dewlet ji avakirina xwe heta niha herdem daxwazên kurd û Kurdistanê weke pirsgirêka teror û cudaxwaziyê pênase kiriye û mafên kurdan ên mirovî, wijdanî û hiqûqî nas nekiriye. Vê helwestê herdem tundî û zilm bi xwe re anî ye. Li ser vê meseleyê sedsal derbas bûn. Di vê navberê de gelek desthilat û hikûmet guherîn. Lê dîsa jî helwesta dewletê ya li hemberî kurd û Kurdistanê neguherî û wisa xuya ye ku dê neguhere jî. Ji ber vê yekê miletê kurd divê bizane bê ka ev tundî, şer û pevçûn ji kê re xizmetê dike û li gorî wê rastiyê tevbigerin.

‘Muxatab saziyên ewlehiyê û serokomar e’

Kîjan malbat dibe bila bibe hemû wekhevin, daxwazên wan rewa ne û pîrozin. Rayadarên dewletê, wezîrê navxweyî, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl divê hemû dayikan weke hev bibînin. Anku mixetab saziyên ewlehiyê ne û wezareta navxweyî û serokomar e. Erka van saziyan ew e ku pirsgirêka çareser bikin û hemwelatiyan guhdar bikin. Anku wezîfeya wezîrê karên hundir ne ew e ku tev li çalakiyê bibe. Nikare bi vî awayî xwe ji berpirsyariyê xelas bike.

Bang li hikûmet û cîhanê kirin

Em partî û hereketên kurdî bang li dewlet û hikûmetê dikin ku ji bo çereseriya navnîşana  kêşeyên malbatan meclis e. Divê kêşeyên malbatan û hemû meseleyên civatê li meclisê werin çareserkirin. Şandina malbatan li ber avahiyên partiyan, neçarî û sosret e. Di vê babetê de em weke partî û hêreketên kurdistanî çi bikeve ser milê me em amade ne gavên mirovî biavêjin. Di dawiyê de em dixwazin li ser kêşeya kurd bibêjin hemû sedemên pirsgirikên me xitimandina pirsgirêka kurde. Pirsgirêka kurdî me pir diêşîne û bêzar dike. Ev mesele tenê meseleya kurdan nîne ku serjimêra kurdan 50 milyon e. Ev mesele meseleya cîranên miletê kurdin ku serjimira wan 250 milyon e. Ev mesele hemû xelkên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ji ber vê yekê em bang li Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyê Yekbûyî (NY)  û sazîyên sivîl ên navneteweyî dikin ku dewleta Tirkiyeyê hişyar bikin. Bila kêşeya kurdî bi rê û rêbazên aşitiyane were çareserkin. Dawiyê gotina me ev e; pirsgirêka kurd pirsgirêka hemû mirovahiyê ye û ji ber vê yekê divê em tevde têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar